1. pêşangeha ku wê 12-17'ê gulanê de li amedê bê lidarxistin e. |
|
05.05.2015 20:43 |
xendekî
|
2. pêşangeha ku ji bo avakirina kona portable karkiran dikir ku can ji xwe bigre ye. kona pêşangehê li kêleka pirtûkxaneya mehmed uzun vegirtin. ciyê wê xweş e lê biçûk e. yano ez nebawerim tirşik tê de cî bigre.* |
|
05.05.2015 22:12 |
şêxê bêserî
|
3. Li amedê, cara pêşî ye fuareke bi vî şeklî, fuareke pirtûkan li dar dikeve, girîng e. Meriv dikare bername û çalakiyên fuarê di vê pirtûkçeyê de bibîne. |
|
06.05.2015 21:52 |
diclefirat
|
4. min li çalakî û bernameyên pêşangehê nêrî, yekî jî bala min nekişand.. ya ku cihê kêfxweşiyê ye, bi qasê ji bernameyan dixweye, komîteya amadekar ferqî nexistiye di nav weşanxaneyan de, cih daye herkesê cih xwestî, dîsa cihê kêfxweşiyê ye ku bêtir giranî û giringî dane weşanxane û nivîskarên kurd ên kurdziman, neketine ber bayê popûlîzmê û zêde cih nedane weşanxane û nivîskarên tirk û kurd ên tirkziman.. tişteke din ku bala min kişand, ji parçeyên din û ji xerîbistanê beşdarbûn gelekî kêm e, ji bo nimûne min navek tenê jî ji rojhilatê kurdistanê nedît, dîsa çend nav hene ku wekê axêver beşdarî çend bernameyên li ser xal û mijarên cuda dibin, naveroka pêşangehê jî biçekÎ qels û zeîf xuya dike, bêtir giranî dane ser mijarên wêjeyî, mixabin di kurdî de dema mirov behsa pirtûkan dike pêşiyê wêje tê bîra xelkê, le ya rastî wêje parçeyek biçûk ya weşangeriyê ye, wekê dî bi sedan beş û branşên jêreşaxên weşangeriyê hene.. |
|
07.05.2015 20:29 |
endazer
|
5. pêşengeha ez nêeşkena şêrî. |
|
12.05.2015 01:55 |
endazyar
|
6. (bnr: bernameya 1. fuara pirtûkan a şaredariya amedê) ji lêgerînê bawer nekirin |
|
12.05.2015 10:48 ~10:54 |
shorbevan
|
7. pêşangeha ku xwedê kiriye ez ne li welêt im. heke ez li wir bûma di vê bêperetiyê de ez ê wek pisîka li goşt dinere biêşiyama. |
|
13.05.2015 15:06 |
berxweda
|
8. pêşangeha ku ez ê sibê biçimê ye. bi qasî ez dizanim wê firat cewerî jî di 16.00'an de li wir bibe. tişteke din jî ew e ku tê gotin weşanxaneyên tirkî zêde nehatine îsal. gelo serî lê nedane an jî tişteke dî heye nizanim. |
|
14.05.2015 16:27 |
kurê xelkê
|
9. îro bi serekî çûm, min karê wergerekî li xwe kir bela, du pirtûk jê kirrÎn, û di ser rêya vegerê de qederê saetekî guhdarî konsêrta agit ışık kir û hatim mala xwe ve.. |
|
17.05.2015 00:12 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |