62632. Ji bo xatirê çavên reş û belek ên vêca çiyeeee, reseniya helbesta ebdulla peşêw - le ber derge
"Le Ber Derge"
Şew raşika Ejnom şil bû
Mang be taqî asmanewe helperûka
Dergeketim lê bikewe.
Em şew hatûm
Bo çinînî çepke nêrgizêkî çawit,
Bo nûçdanî,
Bo xownî... toze giryanî,
Le ser hewrî qijî xawit.
Em şew hatûm,
Tirûskey şarî yadigar bangî kirdûm
Legel sîmay minalîma,
Legel xemî şorebîma
Hatûm û nagerêmewe,
Ya pêtdegem
Ya wek momêk desûtêm û detiwêmewe!
Dergeketim lê bikewe
Her dildarekey caran im
Her kêlgekey ber dergetim,
Her tîniwekey kirewe w lêzimey baran im.
Dergeketim lê bikewe,
Min aw kes em,
Ta dwênê bû
Le naw geruy rûnakî da detişardimewe
Le naw camî metirsî da detxwardimewe.
Kat Le jêr balî asman da,
Xerîke bawêşk dedat,
Şwên Qulereşekî kip e
Dergeketim lê bikewe
Şitêk niye şîrîntir bê
Le xişpey pê w çirpey çipe!
Dergeketim lê bikewe,
Kift û mandûy rêgey dûr im;
Wekû caran
Kemêk le lat demênmewe w radebûr im.
Şew raşika,
Ejnom şil bû,
Mang be taqî asmanewe helpirûka;
Dergeketim lê bikewe
Dar û berdî ber dergetan hatne tika!
Ebdulla Peşêw
|