61909. gava digotin "berxwedar bî" min digot qey wek bibêjin "li ber te dar hebe" an jî "li ber te dar şîn bibe".min wateya berxwedariyê nizanibû. |
|
03.06.2013 06:31 |
endazer
|
65109. Min 'tüp bebek' pir şaş fêm kiribû ya rastîn min dikir nedikir tiştek jê nediket serê min.bi tenê min bi tupek zanibû: tupên gazê yên malê Û bebek jî her kes pê dizane jixwe.îca dema min ' tüp bebek' dibihîst, min digot oxlim tup û bebek çi eleqe?ez diketim ber fikarên ecêb.gelo têkiliyek wan a çewa heye. gelo tupê bi gede ve dikin ya gede bi tupê ve dikin.gelo di hundirê me da tupên biçûk hene wusa mêjî li min dibû pelûl.axir piştî salan ez fêr bûm ka ev tişta ku mêjî li min dikir çeqilmast çi ye. |
|
26.10.2013 23:42 |
nan û av
|
65191. zivistanê dema em hemî mezelekê de dirazan, derengê şevê carina min seh dikir ku nefesa diya min û bavê min ez ditirsandim. bi taybetî jî ya diya min: û min ne xwe nedigirt bang dikir diya xwe : |
|
27.10.2013 00:15 |
endazer
|