49335. navê albumeke ciwan haco ye ku di qul û qewêra de maye. ji 11 stranan pêk tê. ji xeynî strana pero gotinên stranên dî aîdê ciwan haco ne û ji xeynî vê stranê ku gotin aîdê hekîm sefkan e yê dî gotinên wan ji rêzê ne û besît in, ji navê stranan jî mijara stranan tê fêm kirin, stran li ser pere, aşqê, serxweşbûnê û xeyala ne. strana qamişlo jî li ser bêriyê ye. herçiqas gotinên va strana besît bin jî ciwan haco bi vê albumê ji aliyê muzîkê ve di muzîka kurdî de cameke nû vekiriye. wexta ku strana kezîzer, xweş e û feqîro bi dengekî bilind li wan werê guhdarî kirin mirov ji wan zewqê distênê. yanî divê albûmê de ev her sê stran favoriyê min in. |
|
15.06.2013 00:28 |
azadixwaz
|