1. bingeha pergalên xebatê (bnr: pergala xebatê) yên komputeran e, ku bi bûna bi çavkaniya azad û gelek caran jî belaşi tê nasîn. di nav pergalên xebatê yên komputeran de yên herî populer weke ubuntu, mandriva, debian, linux mint û hwd. tên zanîn. |
|
30.05.2013 12:45 |
simurg56
|
2. sîstema bêvîrûs e. piştî ku beriya heftiyekê vîrûs ket sîstema nexweşxaneyê û hemû komputer têk çûn û li nexweşxaneyê xizmet sekinî, ket rojevê ku nexweşxane komple derbasî linuxê bibe. hatin ji min pirsîn û min jî got wê gelek baş be. niha li nexweşxaneyê, di komputera min de linux (kde neon) sazkirî ye û wê bi kar tînim. ger hemû bername bikarin werin sazkirin û xebitandin, îşelleh em ê bi temamî derbasî vê pergalê bibin. lê wê îhtîmalek mezin pardus be. |
|
04.08.2017 00:14 |
simurg56
|
3. cîhaneke mîna derya ye. gelek dîstroyên wê yên pergalên xebatê hene û sed carî ji windowsê baştir û xweştir in. ji nav wan ya herî populer linux mint û ubuntu ne, ne qasî wan be jî elementary os jî di rêzê de cih digre. ji bo sedan dîstroyên din Here lînkê |
|
05.08.2017 23:23 ~23:44 |
biruya hayao miyazaki
|
4. di bingeha unixê da hatiye avakirin. bi androidê ra li hêman kernelê da ne. lê ji aliyê programên cûda tên xebitîn. |
|
14.12.2020 00:09 |
hueyn
|
5. di 17 îlona 1991ê de reşaneya pêşîn hatiye belavkirin. îro ketiye 30 saliya xwe. xwedê bike hezar salî. bi rastî jî ji bo mirovahiyê gavekê gelek mezin û girîng e. spas linus torvalds ❤️ |
|
25.08.2021 13:47 ~13:49 |
biruya hayao miyazaki
|
6. ji bo rojanekirina pergalê: sudo apt-get update |
|
14.04.2022 13:32 ~13:35 |
biruya hayao miyazaki
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |