1. helbesteke cegerxwîn e. Payebilindî Welatperestî Çekên qelsan e: Jarî û mestî Zana û jîr im Bindestê dijmin Çiqas dijwar e Ewreng bindestî Destan vemalin Dakevin meydan Eger dixwazin Bigrin serbestî Ey gernasên kurd Rabin weke şêr Ji xwe bawêjin: Xwarî û sistî! Xebat ji bo me Divêt bi xurtî Dilpak û zana Gelek bi ristî Welat xwe bûk e Xwîna me qelen Naxî ber sîngê Bûkê nexwestî Metirse ko kurd Pir paş de maye Kesî nedî goşt Bê çerm û hestî Qûnax bi qûnax Diçî ser çiyê Rast e di vê rê Gelek diwestî Welat ta kengî Wilo parçe bî Em tev di nav de Jar û şikestî Cigerxwîn îro Gel pir şiyar e Bes e metirse Kêr gîha hestî! |
|
22.04.2020 16:32 |
bûtîmar
|
forseti [1] |
|
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [1] |
|
jan dost [1] |
|
stranên kurdî yên li ser heywanan [2] |
|
the cranberries [1] |