1. di sala 1955an de li bajarê Amûdê ji dayik bû. |
|
14.07.2013 16:02 |
gulan
|
2. şairê helbestên resen yên kurdî.. çendî li helbestinên xwe de bilikume û bi xefka şehwet û şohreta peyvê bikeve jî li ber dilê min di nav şairên kurd ên sax de kes nikare avê li destan bike.. di helbestên vî camêrî de mûzîkalîteyek ecêb heye ku mirov ji ber vê taybetmendiya helbestên wî ji xwendin û guhdêrîna helbestên wî têr nabe.. di helbestên xwe de peyvên dengvedanê yên ji ber dengê xwezayê hatine çêkirin gelekî bikar tîne.. û bawer im ku bingeha mûzîkalîteya helbesta wî jî ji vê yekê tê.. herwisa wer dixweye ku çawa lê tê welê dinivîse wekê hinek şairên din heta ristekî lê dikin sed ristan jê nabin.. axirê axaftina zêde hewce nake.. |
|
14.07.2013 16:56 |
endazer
|
3. (bnr: helbestkarên kurd) |
|
15.07.2013 21:16 |
seydayê_peyvan
|
4. helbestvanek e ku him li ser pirsgirêkên gelê xwe disekine, lê xwe nake amûra tu partiyan. |
|
15.07.2013 21:32 |
simurg56
|
5. tenê di bernameyekê de 237 caran dibêje immmm immmmm û immmm |
|
18.07.2013 00:23 |
rohat_rosî
|
6. Berê di warê helbestê de çêtir û baş bû, vê dawiyê rêzikên wî xwe diwekilînin û mirov aciz dibe. Dîwana wî bi têra xwe baş e. |
|
18.07.2013 00:27 |
rojgar
|
7. ehmed huseynî; helbestkarekî navdar yê (bnr: kurd) e. ji binxetê, ji bajarê (bnr: amudê) ye. felsefe xwendiye. berê di (bnr: roj tv) de bi navê (bnr: dengvedanê peyvê) bernameyek helbestkî çêdikir. vê çende di heman formatê de di (bnr: ronahî tv) de bernameya (bnr: şeva hîcran) pêşkeş dike. dîsa di rojnameya (bnr: azadiya welat) de qunciknivîs e. hemû helbestên wî bi navê (bnr: dîwan) ê di nav weşanên (bnr: avesta) de derçûne. gelek helbestkarên nû û ciwan di bin bandora wî de ma ne. huseynî li (bnr: londona) Îngîlîstanê dijî û tirsa wî ew tirsê ku ew ê li wir bimire. xwedê wî li ser serê me û li ser serê helbesta kurdî kêm nekê. |
|
17.07.2013 18:11 |
seydayê_peyvan
|
8. beradayekî li derekê got zimanê wî pir giran e . tu aniha ji kîjan kurdî bipirse wê bibêjin welleh zimanê wî pir giran e. |
|
19.07.2013 01:24 |
cîncoqo
|
9. vê sibehê... |
|
29.07.2013 20:30 |
quto
|
10. helbestên wî ji ber bi hêsanî li tirkî an li zimaneke din nayên wergerandin anku li kirasê zimanên din ên biyanî rûnanin bi gelek kurdên ku dema tiştekî bi kurdî dixwînin pêşiyê destûrê ji serdestên xwe dixwazin û werdigerînin zimanê serdestan û paşê li fêhma xwe dixin zor û zehmet tê.. her helbestvanekî li ser rûyê erdê helbestên xwe yên ji rêzê an ketûber hene hinek jê çi ji ber xemsariyê çi jî ji ber girîngîpênedanê diweşînin û belav dikin û hinek jê jî bi dest xwe re jê dibin û tune dikin.. |
|
29.07.2013 20:48 |
endazer
|
11. Helbestvanekî hêja ye... Yek helbesta wî ko ez gelekî di têsîra xwe de hiştime ev e; |
|
30.07.2013 12:49 |
pezkûviyê cûdî
|
12. Demekî dirêj di quncikê xwe yê rojname ya Azadiya Welat de bi navê "Vê sibehê " rezê helbestê gelêkî hêja dinivîs î... |
|
30.07.2013 13:07 |
newenda
|
13. Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di Roj TV'ê de bernameya wî heye. |
|
30.07.2013 13:11 |
mam selam
|
14. EHMED HUSEYNÎ |
|
28.08.2013 17:38 |
ferecazad
|
15. çamero helbestvanekî serkeftî û taybet e .helbestê xwe ji pêşerojê ra dinivîse înşalah rojek be fêhmkirin |
|
28.08.2013 20:25 |
newenda
|
16. kurdî firandiye esmanan,merivên jêrzeminê tênagihêjin asoyê wî. lê mixabin van salê dawî ji sermiyanê xwe dixwe.ne hewceye ew helbestokê kurtik û dubere. |
|
28.08.2013 22:06 |
tivirloismail
|
17. gotibû ez ê pishtî "dîwanê" dev ji helbestê ber bidim, kechikeke amedî keziyên xwe kur kiribû gotibû tu dev jê ber nedî. xwezî pishtî dîwana xwe qet nenivîsiya.... gellek helbestên wî yên vê dawiyê dubare ne. |
|
29.08.2013 00:09 |
rojgar
|
18. şairê ko em li ber sibehên wî çûn. |
|
02.09.2013 15:11 |
parodî
|
19. Şairê ku her dem, bi doza welatê xwe disoje... Diltenik û dilnazikê qeraçên Amûdê... Di vê serdema ku xelk û alem qefle qefle ji Rojava direve, ew xwe serserkî di çola rojava de werdike. Li gel xelkê xwe, li gel şervanên xwe dil daye ser tapanê. |
|
02.09.2013 18:56 |
paleyê gund
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |