1. Melpereke ji bo gerokan e. Slogana wan "stay with locals and meet travelers" e. ( li ba niştecihan bimîne û gerokan nas bike) Here lînkê |
|
17.04.2016 11:51 ~11:57 |
gulêê
|
2. Min bi saya wê malpera gellek mirovên hejayê biyanî nas kirin. Gellek caran ez li mala wan bûm mêvan. |
|
28.12.2018 16:44 |
cinorek
|
3. malpereka kêrhatî ye lê divê meriv daxwaz û prensîpên xwe bi awayeke zelal diyar bike ku paşê nekeve rewşeka xerab. Bo nimûne, heke nexwazî ku mala te bi aliyê keseka/e sexist, goştxwar, cixarekêş niza'm çi û niza'm çi ve bê dagirkirin, divê tu sêrî de bibêjî "wale bavo ez gulan dixwazim/ jixwe ez jî gul im" , erê mesele ev e ha * |
|
31.12.2018 13:33 |
jifêzagorda
|
4. Malpera ku ji bo kesên ku divên welatên xerîb bigerin lê naxwezin pere bidin hotêl motêlan re hêsaniyek pir giring dide. |
|
31.12.2018 22:03 |
xelîl
|
5. malpera ji bo dîtina çand û jiyana biyanîyan gelekî hêja ye. ji gera min a ewropa wextê herî hêja bi wan re derbas bû. wekî din gerr tenê dîtina deran e. Ya rastî ji bo dîtina jiyana wan diçim malên wan. dema çûm belgrad ez li mala yekî mala wî ji belgradê 55 km yan dûr ve mam. min jiyana wan li mala wan dît. xwedîkirina berazên wan, erdên wan çîrokên wan. loma mayîna li mala couchsurfera hezar qatî ji otelan çêtir e. |
|
22.12.2019 20:37 |
berxweda
|
6. malpera ku kê aqil kiribe helal be jê re. bi rastî jî fikrek gelek baş e. |
|
23.12.2019 00:18 |
brusk56
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |