1. bi tirkî : banyo |
|
23.02.2014 20:38 |
mergehez
|
2. (bnr: cilşo) |
|
23.02.2014 20:43 |
biruya hayao miyazaki
|
3. Serşokên me yên kevin di qunceke mezelekê de dibû û derdora wê bi perdeyekê dihate pêçandin.her bala min kêşaye zemîna serşokên me piçekê berojêr/beronişûv dihat çê kirin ku av li cihê xwe nemîne û bikare ji kunê der bikeve. |
|
23.02.2014 21:26 |
cekdar
|
4. parçeyeke malan e. cîhê ku mirov tê de serê xwe dişo ye. tê de destşok, klozet û kuweta serşokê an jî qebîna serşokê heye. |
|
16.05.2016 15:18 |
nazim tolhildan
|
6. Serê xwe bişo li serşokê |
|
27.12.2016 00:46 |
ciwana
|
7. cîhê sivistana qet jê hez nakim. tim sare û bi sobeyan jî germ dibe lê di heman demê de dîsa dicemide. |
|
27.12.2016 00:59 |
berxweda
|
8. Peyva Bi modernîzmê re eslê xwe wenda kiriye û bûye hemam û banyo. Tê bîra min xaniyê me yê berê biçûk bû û cihê serşûştinê qozîkek bû. Me jê re digot şerşok(wek şerjê kirinê me vê peyvê jî bi "ş"yê digot). Lê piştî em derbasî xaniyê mezin bûn û serşok bû cihekî cuda û taybet navê wê bû banyo mixabin. |
|
28.05.2020 16:12 ~16:13 |
xabûrî
|
9. beşa xaniyê ya ku mirov tê de serê xwe dişo. serşok/27501 banyo jî ne bi tirkî ye lê îtalyankî ye. eslê peyvê bagno ye. |
|
11.09.2021 01:53 ~01:54 |
hueyn
|
10. Ji dêlava serşok gelek caran em dibêjin "hemam" lê min çavê Kurmancî xwarê, serşok xweştir e. Gava bi xwe dihesim ku dibêjim hemam cîh de xwe serrast dikim... |
|
11.09.2021 18:40 |
pîroz
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |