1. teoriya ku dibêje feza her ku diçe fireh dibe û dema mirov here destpêka wê bibîne ku ev firehbûn ji yek noqteyê destpê dike. tê gotin ku sedema firehbûnê teqîna vê noqteyê ye. yanî feza ji noqteyeke ku giraniya wê bêsînor zêde ye lê mezinahiya wê bêsînor biçûk e, peyda bûye. |
|
25.12.2013 20:37 |
simurg56
|
2. (bnr: teqîna mezin) |
|
25.12.2013 20:37 |
simurg56
|
3. Teoriya ku vê ayetê tîne hişê mirov ; |
|
25.12.2013 20:59 |
ceso
|
4. roja ku ez ê ji ber nezanîn û cehaleta mirovan bêjim "bannnnnng" biteqim. |
|
02.04.2015 22:04 |
ceso
|
5. tê gotin ku têgeha têqînê tiştekî sembolîk e û ihtîmal heye ku ji peyva têqîna ku em jê fêm dikin, pêk nehatibe.. ji noqteyeke piçûk dest pê dike. noqte pirr sift e û germahî û giranî û tîrbûna wê gelek zêde ye lê mezinahiya wê jî ewqas piçûk e tê heye ku bi qasî xarekî be.. |
|
09.04.2015 19:40 ~19:42 |
ferhenga şikestî
|
6. Em nizanin gerdûna ku em niha tê de dijîn, ji tunebûnê çêbûye an jî beriya çêbibe di formeke din de bûye.. Lêkolînên heta niha hatine kirin de, me bersiva vî pirsî teqez nedaye lê me gelek teorîyên cuda û zanistî pêşxistiye. Beriya ku em dest teoriyan bikin divê em tiştê ku zanist bi saya wî pêşketîye pêk bînin. Divê em biramin… |
|
26.02.2024 13:41 |
yûsiv
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |