1. Kevirê herî xweşik, pihêt û şahîk yê ku di avahiyê de tê bikaranîn e. Wek tê zanîn ermenî li kurdistanê weke hostê kevir û dîwaran dihatin nasîn. Ermeniyan dema dêrekê, qesrekê an avahiyekî çê dikirin, kevirê pihêt û xweşik dixistin qoziya dîwêr. Di dêr û qesran de hemû kevir şahîk û pehn in, lê belê di xaniyên şexsî yên feqîran de tenê yên qoziya karibûn şahîk bûna. Ev teknîk di gelek avahiyan de heye. Ger hûn li gundekî bi baldarî li xaniyekî bi keviran hatiye çêkirin binehêrin, hûnê binehêrin ku kevirê şaîk û çargoşe di qoziyê de ne. [taybet gundên mêrdîn û serhedê. Ji ber ku hejmara dêran li bajarên bakurê kurdistanê] Herweha gotineke pêşiyan ya li ser vî kevirî hebû lê niha baş nayê bîra min. Lê ez bawerim tiştek weha bû: "Kevirê baş mirov dixe qoziya xaniyê xwe" ku ew jî beramberê gotina "destê merev bi don be wê di serê xwe bide " ye. (bnr: kevirê dêra ermeniya) (bnr: qozî) |
|
31.12.2021 15:02 ~15:22 |
tîrêj zana 21
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |