1. pîyaseya ku bûye sedema deyîndar bûyîna gel. ewan rojên han banqeyan faiz daxistin ku bila millet faîzên pera bikşîne û xwe re avahîyan bistînin. li gorî avahîyên nû û yê destê duduyan jî rejêyek peşbazî gel kirin.lê mixabin ev tiştek leyzok bû ku piştî daxistina faîzan ve carê mutehît an bûhayê avahîyan bilindkirin.li tirkîyê yê ku ne dewlemend an ku memur û be xanî her tim nava banqe an mutehît an de man perê wan hat dizîn. |
|
21.06.2020 02:14 |
golikvan
|
2. Aboriya tirkiyê pişta xwe dide sektora avahiyê. Ev sektor ji bo aboriya tirka pir girîng e. Hikumet jî polîtîqayên tevahi anegorî vê sektorê dimeşîne. Ji bo hikumetê wateya îcraetê avahiya çekirin e. |
|
21.06.2020 20:58 |
rotê şevê
|
3. Kêmkirina rêjeya krediyan demekî kurt pîyaseya înşeatê re nefesekî bide û jê hinekî şên bike. |
|
21.06.2020 21:45 |
mîr
|
4. tirkî şûna febrîqa çê ke avahîyan lê dike .. |
|
21.06.2020 22:41 |
shwinsherm
|
5. pîyaseya ku vê meha hezîrana 2020an har bû. lê belkî li tu dera tirkiyê, wek amedê zêde nebû. divê mala xwe bar bikim amedê, loma ev çend meh in min xanî digeriya, ji ber koronayê jî min nedikariya her roj herim û bi çavên xwe lê mêze bikim. loma min hêdî hêdî digeriya. |
|
25.06.2020 10:25 |
simurg56
|
6. Zêde har bûye. Di nava 2 hefteya de serê avahîkî 40-50 milyar hat serê. Ji ber kêmbûna faîza krediya herkes dixwaze kredî bikşîne û xanîkî ji xwe re bikire. Loma jî mutahîtan buhayê avahiya zêde kirine. |
|
30.06.2020 17:27 |
tîrêj zana 21
|
7. Bênamûs ê mutahîtan her ku diçe zêde dike buha yê xaniyan.. |
|
30.06.2020 18:48 |
xeletnivîs
|
8. bi rabûna dolar di nava mehekê de bûne 2-3 qat. |
|
01.12.2021 11:55 |
merwano
|
9. min di sala 05.12.2016'an de ji xwe re li kayapinara amedê xaniyekê kirrîbû. wê demê, dema ku min xanî kirrî hindek hevalên min gotin dev jê berde tu çima xwe dikî di binê deynan falan û bêvan. tabê min guh neda wan. çimkî li tirkiyê enflasyon kronîk e ez dizanîbûm tiştê ku tu îroj nestînî sibehê hîç nikarî bistînî. |
|
01.12.2021 13:29 ~13:52 |
ferhenga şikestî
|
10. çi zû derbas bûye: kirrîna malan/125327 |
|
07.12.2021 18:42 ~18:45 |
biruya hayao miyazaki
|
11. Kirrîna malê bi her awayî avantaj e û karekî pirt maqûl e, tabê derfetên meriv hebe. |
|
07.12.2021 22:54 ~23:26 |
ferhenga şikestî
|
12. di welatekî ewqas genî de em dijîn ku nikarim bibêjim. qet û qet ji bîr nakim dema erdhêj çêbû buhayên malan ji %30 zêde bûn. wisa toxmek pîs ketiye nav me û hew. |
|
11.12.2021 21:43 |
pênûsa westiyayî
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |