1. Pêşniyareke min e. Ez dibêjim bila @gumgumok û @xelîlok li ser înstagramê bi hesabê tirşikê va weşaneke zindî bikin û Tirşikvanên ku dixazin tevlî Weşana zindî bibin bira wana yek yek hildine weşanê, bila her kesek 5 deqeyan lê bimîne filan bêvan. |
|
20.05.2020 15:15 |
bûtîmar
|
2. em ji weşanên înstayê uff bûn. |
|
20.05.2020 17:41 |
merwano
|
3. Bila hesabên tirşikê yên sosyal medyayê weşanên zindî çêkin û kesên mina denoozer dawetê bikin. Popularitiya tirşikêvê çaxê xeylek zêde bibe. |
|
07.10.2020 18:34 |
cinorek
|
4. Ji vir şûn da em çima civînên online pêk nahînin, nizanim. Herkes jixwe li malê ye. Wek çûçikên li hêlînê em li malê rûdinin. Min jiyana xwe da ewqas li malê rûneniştîye. Civîn çênebe jî, dilê'm heye yek bi yek an jî cot bi cot * hevalan nas bikim. Zoom bêpere ye. Çay an vexwarin bi xwe ra bînin! Bi êvaran. Bi dawîya hefteyê. |
|
20.01.2021 00:16 |
mirovekirind
|
5. (bnr: tirşikvanên ku înterneta wan hindik ma ye) |
|
20.01.2021 00:53 |
merwano
|
6. (bnr: tirşikvanên ku zoom skype insta whatsapp bi kar nayênin) |
|
20.01.2021 12:58 |
hueyn
|
7. Ez hazirim heyra hema kîjan platform be ferq nake. |
|
28.04.2021 22:35 |
xwelî li ser
|
9. Civîna ku hew maye sala wê biqede ku hatiye pêşniyarkirin. Lê hêj bo çêbûna wê hewldanek nehatiye kirin. Bi qasî ku min ji tirşikê fêm kiriye, heya kesek ranebe û pêşengtî ji tiştekî re neke, ew tişt bi gotina çê nabe. De qewet be ji we re. |
|
28.04.2021 22:56 |
tîrêj zana 21
|
10. Heke çêbibe ez jî dixwazim beşdar bibim. Bi rastî jî ê bibe tecrûbeyek pir cûda ji bo min. Heta niha bi tenê ji xwendina peyaman, ji bo her nivîskareke min sûretek taybet raxistibû di mejîyê xwe de, piştî civînê ev ê bigûhere. |
|
29.04.2021 04:07 |
pîroz
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |