1. berî her tiştî zimanê xelkê îngilîzan e. lê îro ne bi tenê îngilîz bi vî zimanê qise dikin. li welatên wek amerîka, kanada û awistralyayê jî zimanê fermî ye. |
|
20.02.2018 21:01 ~2022.08.18 20:14 |
mirovekirind
|
2. îngilîziya îngilîzan pir xweş te guhê min. ew gloverkirina dengan û trîba rûyên wan pir nazik xuya dike. tu yê bibêjî qey biryarek fermî standine ku dê di nav bêjeyan de dengê r dernexin. dibêjim qey, ji ber wê ye, jê hez dikim. her wiha bi ya lêkolîneran bilêvkirina îngilîziya rastî ya amerîkayê ye. ya îngilîzan di bandora frensiyê de maye. çiqas rast çiqas derew nizanim. |
|
03.12.2019 20:45 ~20:48 |
biruya hayao miyazaki
|
3. Sepaneyek min daxistîye bi navê duolîngo. Ne xerabe. Lê lênûs û pênûs tunebe di nav kar de betale ev |
|
03.12.2019 23:58 |
rizgarm
|
4. Zimanekî navneteweyî ye. Hînbûna wî ji ya Kurdî hêsantir e. Lê divê mirov li ser wî bixebite. Ji rêzimana îngîlîzî netirsin. Ger hûn dixwazin vî zimanî baş bizanin, hînbûna rêziman girîng e. |
|
04.12.2019 00:37 |
serfirazh
|
5. zimanekî xweş û lihevhatî ye. di rêzefîlma (bnr: peaky blinders) de devokek pir ecêb û xweş tê bikaranîn. bi ya min îngîlîzî ya herî xweş ew e. |
|
04.12.2019 11:16 |
kesê ku ji kêfa re nebûye sazbend
|
6. vîrûsa zimanan e. ew bixwe di dîrokê de hingî li bin tesîra frensî û latînîyê maye piřanîya peyvdanka wê ne xwemalî ye. lê îro ka bê ji ber medyaya civakî ye yan ji ber berbelavîya wê ye, vê stemê ew li zimanên din dike. peyvên nûjen êdî bi îngilîzî ne û gelemperîya zimanan wan řasteřast tev li xwe dikin. tenanet tirkî jî, tevî ko weqas li xwe miqate ye û hewl dide peyvên bîyanî nehewîne, li ber lehîya îngilîzîyê naşê xwe bistrîne û gelek peyvên nuh jê werdigire. heya zimanên mezin ên ewropayê jî peyvên xwe êdî ji îngilîzîyê distînin. helbet ev tiştekî asayî ye, ziman bi danûstandinan pêş dikevin, lê dîsa jî mero naxwaze wan zimananê spehî bi vî halî bibîne. peyvên bîyanî yên ko ji zû de tev li zimanî bûne zêde cida xuya nakin, lê peyvên nû yên îngilîzî derasayî xuya dikin. bi řamana min, erê řast e berê ziman bi danûstandinan pêş diketin lê îro dewlet an ziman hay ji xwe hene, divê êdî li xwe miqate bin û peyvên nû dařêjin. bo wêne almanî vî karî xweş dike lê wê jî çend peyv jê standine. |
|
8 roj berê 15:09 |
keyomerd
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |