1. straneke gelêrî ye, behsa trajediya keçieka fileh tê kirin.. wekê pirraniya stranên li ser kêmaniyên civaka kurdistanê, di vê stranê de jî cihê kêfxweşiyê ye ku yê ku stran çêkirî û gotî û gihandî heta îro li ser guloka fileh re hatiye.. di stranê de hêmaya berzanî û textê berzanî balkêş e.. min cara ewl ji dengê mihemed arifê cizrawî guhdarî kir lê mesud cizîrî dengê wî her Û her li dinyayê be, tê bêjî qey davêje ser keça xwe wisa ji dil distire êşa guloka fileh.. mihemed arifê cizrawî: vîdyoyê veke xidirê omerî: vîdyoyê veke |
|
24.04.2015 16:59 ~18:21 |
endazer
|
2. gotineke jinikeke fileh heye, ji ber ku ez navê jinikê nizanim ez ê hema di bin navê gulokê de binivîsim, jinoka fileh ji bo misilmanan dibêje: |
|
24.04.2015 17:17 |
xendekî
|
3. dengbêj gazin jî vê stranê hinekî cudatir dibêje, min jî ji ber dengê wê deşîfre kiribû: Gazina Dengbêj - Ez Layiqê Dînê Xwe Me ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê dînê xwe me oyy ax gulo tête ji bêriyê de hacî mûso dide eyneliyê mûdeliyê diçe bi pêşiyê de elba şîrê datîne binê siyê gulo'ra dikeve bi hêviyê dibê: keçê gulo tu newêre li ser vê dînê heqiyê ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me ax gulo dibê ez gulo me gulowa va bijaran de wezê îro ketime destê van neyaran de goştê min vedikin kêr û kelbetanan wile wezê dîsa nayime li ser we misilmanan ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me gulo dibê ez gulo me gulowa dînim ez ê rabim daw û delingê xwe hîlinim rêka stembûlê ber xwe bînim textê osmanliya bihejînim heke ji te re çarekî dibînin bila bibînin heke nebîne wileh wezê herdu alên ecnebiyan pê bihesînim |
|
09.04.2017 14:00 |
xendekî
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |