Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 7 peyam
çangês - tirşik
çangês
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gundekî li geliyê Kêsanê ser bi navçeya Tetwanê ya girêdayî Bedlîsê ye. Wek gundên din ên li devera Kêsanê, Çangês jî çar dora wî bi çiyan pêçayî ye. Çiyayên gund serê wan asê û bilind û çetin in. Gundî piranî bi xudankirina pez debara xwe dikin. Li gund hem li hêla rojava, hem li hêla başûr, hem jî li hêla rojhilat ve çemên ji zozanan diherikin. Sê mezrayên Çangêsê hene. Mezrayên wî Kiriyaç, Bablesûr û Tûk in. Gund dikeve navbera sêgoşeya zozanên Sînegir, Rastan û Karêzê. Di sala 1994 de ev gundê nêzikî pênsed malbatî ji ber şerên di navbera PKKê û dewleta tirk de ji alî dewletê ve tê valakirin û şewitandin. Di sala 2002 de bi pirojeya hikûmeta Tirkiyê a bi navê "vegera gundan" destûr tê dayîn ku gundî ji nû ve vegerin gundê xwe. Erda çangêsê tev bi dar û berin. Çiyayên Çangêsê tev bi darên mazî, berû û sipîndar in. Zivistana gund bi berf û havîna gund jî hênik e. Li demsalên biharan li gund pincarên wek sîrik, xîtik, gulik, rêvas û gelek cûreyên din ên pincaran şîn dibin. Gundîyên Çangêsê bi piranî li metropolên Tirkiyê li bajarên weke Edene, Mersîn û Stenbolê belav bûne. Niha li gund nêzikî pêncî malbat dijîn û kêfa wan li cî ye.



04.04.2015 21:40 | arifo

dengdanên dawîn (yên din..)
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1]
gelo min tiştekî wusa çêkir. hûn id-ya peyamê dinivîsin û bernameya ku...
xwekujî [1]
Xeletiyên ku wekî rast tê xuyakirin: Şaş: Mirov carekê de ...
dayikên şemiyê [1]
27ê gulanê Sal 1995 Komek li qada galatasarayê diciviya, xûyabû ku ...
abdullah kıran [1]
cehşê akademîk. Ji bo îbrahîm reîsî ku kujerê kurdan e û do ji...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku piştî mirina mahmûd teqle dabû piştî hasan kiliç mir yekcar...
belki ev jî bala te bikişînin
» çangês

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî