137343. demeke dirêj li benda vê rêzefîlmê bûm. Min romanê nexwendiyê lê afirênerên rêzefîlmê dibêjin li ser bingeha romanê hatiye kişandin lê ji romanê gelek aliyên cuda jî hene. min 4 beşan temaşe kir. ji aliyê produksiyonê ve karek pir mezin e û her beş mîna fîlmekî budce mezin e. ji aliyê mijarê de min hê temamî nekişandiye nav xwe. |
|
05.06.2013 01:52 |
simurg56
|
138218. rêzefîlma ku bingeha xwe daniye ser rêzeromana foundation-a isaac asimov lê ji aliya honakê ve gelek jê dûr ketiye, hewqas ku wekî miriyê vê rêzeromanê dikarim bibêjim ku senarîst bi vê rêzefîlmê berhemekê cuda û heta derecekê serkeftî derxistine pêş me. lê dikarim bi dilrehetî bibêjim, bawer nakim ku yên pirtûk nexwendine jê tehmekê xweş bistîne, ji ber ku honak pir tevlihev e û li ser kronolojiyekê demdirêj ava bûye. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|