Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 5 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; spotify
peyamên çepikkirî

49189. platformek muzîkê ya swêdê ye ku bi dana heqê telîfan muzîkê diweşîne. bi reklama û bi bikarhênerên premium (yên ku bê reklama muzîkê guhdar dikin) pere qezenç dike. reklamên wê ne zêde ne. mirov jê aciz nabe. ji vî alî ji deezerê çêtir e. têra xwe stranên kurdî jî tê de hene. ji ber ku heqê hunermenda digihijê wan mirov bi dilekî rehet guhdar dike. sepana wê jî serkeftî ye.



18.06.2013 18:49 | simurg56

112525. bi rastî jî çandekî cuda çêdike di warê musicê de. min kêm wext berê download kir û ez aniha bikar tînim. zoooor jê razî me.

wer xuya dike ku wê di demek nêz de bibe sereke platforma muzîkê. ez şaş nebim aniha tenê youtube music bi wê re ketiye reqabetê.

lîsteyên meriv bilind dikin û xweş bin, ji min re wek peyam bişînin ji kerema xwe *



15.06.2013 19:35 | simurg56

145489. hejmara guhdarên mehane ya hin stranbêjên kurd:
rojda 711.214
aynur doğan 382.965
xecê 334.886
mem ararat 333.665
xecê herdem 277.020
koma amed 220.900
agirê jiyan 219.947
ciwan haco 176.672
seyda perinçek 171.252
diyar 153.143
şivan perwer 148.667
sîpan xelat 147.872
rewşan çeliker 140.276
mehmet atlı 139.157
aram tigran 139.149
dîno 133.160
jehrmar 89.222
berfîn aktay 81.684
raperîn 62.570
bajar 61.981
brader 54.350
xelîl xemgîn 50.207
kawa 44.946
adem tepe 43.024
hîvron 41.214
ayfer duztaş 40.613
tara mamedova 29.620
burhan berken 29.261
seyidxan sevinç 23.182
şehrîbana kurdî 16.985
kerem sevinç 16.392
ayşe şan 11.181
rojîn 10.163
mirady 9.778
koma wetan 9.094
yunus dişkaya 7.969
siya şevê 7.923
harûn elkî 6.761
abbas ahmed 5.446
sîmir rûdan 4.137
rewşen 3.834
sîdar 3.021
ferit sevim 1.135

ev ên hatine ber min, belkî gelekên din jî hene û belkî jî -hêvîdar im- ên mîlyon derbasbûyî jî hene. û nîvê stranbêjên vê lîsteyê nas nakim.*



06.06.2013 16:08 | endazer