ben 10

 nA

 Joe Casey Joe Casey Joe Casey

 2005


 amerîka

 îngîlîzî

 30

 anîmasyon aksîyon macera malbat honaka zanistî

  (1970.01.01)

 heval.js (2022.03.01)

 .


ben 10 - Tirşik

ben 10


. xêzefîlmekî kevn e. niha jî tê wêşandin le bi versîyonekî zarokî... yanê berê xweştir bû. min li ser cartoon networkê temaşe dikir.



Array. Rêzefîlmên ku ji serpêhatîyên serleheng Benjamin Kirby Tennyson pêk tê. Dema dibistana navîyê de bûm kêfa min zêdetir ji sezonên ben10 alien Force û Ben10 ultimate alien re dihat. Her ro xelekên nû diweşandin û ji bo ku bigihên li ser xelekên nû ji dibistanê bi bayê bazdanê derdiketin û min TV'yê pêdixist. Û mutasyonên ku herî zêde kêfa min jê re dihat: 1. Tirsa mezin (bnr: big chill) 2. Însanazor (bnr: humangousour)



Array. Rêzefîlma cartoonî ku zarokê cîranê me hingî lê darî kiribû, ehmeqî pê re çê bibû. Êdî xwe ji jiyana rastî razber kiribû û di jiyana xeyalî de dijiya. Gava me li kuçeyê bi gokê dilîst, vî cîranê me yê ku kurê dê û bavek mamoste bû, dihat cem me û tevgerên tewşo mewşo dikir. Saetek heneka di destê wî de bû û hama carê wê badida û bi şid destê xwe yê din li ser saetê dixist. Digot aha bûm dortkol ( çardest an çarmil. Karakterek ji vê rêzefîlmê ye). Carê ba dida û dîsa lê dixist û îca dibû şîmşek hiz ( leza brûskî) niza lê dida dibû ateş topû ( goka êgir) lê di rastiyê de nedibû tu gû. Îca lêxistina ji zarokên taxê dixwar jî jê re kar dima.



Array. Di zarokatiya min de di nav xêzefilmên min yên favorî de bû. Ji bilî vê, bakûgan,Jackê Samûray, Johnny Bravo, Gûmball, Johnny Test, Sureklî Dîzê( rêzefîlma berdewamî) min gelek gelek ji van xêzefilman hez dikir û hertim temaşe dikir heta panzdeh salîya xwe jî min temaşe dikir, ewqas min jê hez dikir yên mala me da henekê xwe li min dikir in. Me bi herriyê ji xwe re karekterên bakûganê çêdikir, diragon hertim yê min bû û hertim ez serkeftî dibûm. Lê nizanim gava niha lê dinêrim hîç balkêş nîn in, min qet pêşbînî nedikir ku ezê rojekê dev ji van xêzefilman berdim ji bo min tiştekî tirsank bû.:ddd



Array. "Ben 10 alien force" û "ben 10 ultimate alien" gelekî xweş bûn. Ya niha ji bo zarokan hatiye çêkirin, lê ya kevin ji bo her kesî bû..






  • ben 100 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 93.5
(imdb: 7.5)
pûanê bide fîlmê: