152
merwano (2021.12.19)
lawikekî sêwî, diçe dibistana sêhrê ku li wir xirabiyek li wî, malbata wî û li cîhana bi sêhr bûye bela derdikevê pêşiya wî.
. yekemîn romana rêzepirtûkê ya harry potterê xanim j.k. rowling e. dema ez diçûm pola 8., kekê min ji min re korsana wê anîbû. min bi heycanekî geş destpêksiribû û nîvê zêdetir xwendibû. lê mixabin xirabiya korsan gelek pir bûn, wekî mînak gelek rûpelên wê nedihat xwendin hingî hibira wê qels bû, tew rûpelsazî ji ber fotokopî dînbûbû. ji ber xelatbûnê heta nuha jî ez li mala bavê xwe vê pirtûkê dispêrînim lê mixabin kêrî tiştekî nake. nîşe: ji ber apostrof dihewîne nav kêm derketiye. a rastîn ev e: Harry Potter and the Philosopher's Stone |
|
Array. kurdiya vê kitêbê li başûr hebû. bi wergera mîran şemal, ji weşanên endêşeyê. wek “harî poter û berdî feylesûf” (هاری پۆتەر و بەردی فەیلەسووف) çap kirine. |
|
Array. pirtûka ku xwezî yekî wergerandiya kurmancî jî. di vî warê de soranî ro bi ro pêşdikeve. kurmanci di cihê xwe de disekine. |
|
Array. Pirtûkeke ku ji aliyê Daniel Radcliffe û kesên din wek Stephen Fry û Eddie Redmayne ve tên xwendin e. Beşên pirtûkê her hefte li ser Here lînkê dê bên parvekirin. Her wiha li ser Spotifyê jî bên parvekirin. Lînka Spotifyê Here lînkê |
|
Array. fîlmê ewil yê seriya harry potter e ku pîştî temaşekirina wê min tobe kiriye ku li fîlmê dewama wî temaşe bikim. |
|