. fîlmê nû yê spider-manê ye. bawer kem ez jî temaşe bkim, ev çend sal bû belkî 2-3, min fîlmên super-qehremanan sêr nedikir lê ev fîlm gelekî bala mi kişand.
Madem li sînemayan fîlm bi jêrenivîsên Erebî bihata nîşandan, we xêr bû? Ewqas êş û derd û kul û koçberî û derbederî û komkujî ji bo çi bûn? Madem we yê Mall vekirana û we yê di nav 60 milyon Kurdî de yek nekira xwedî desthilat û we yê yekî Tirk bikira rêveberê giştî, we xêr bû? (Rêveberê Giştî yê Family Mallê yekî Tirk e.) We bêyî ku berê pergalekê jê re daynin, Mall ava kirin, rê û pir û şeqam ava kirin û navên eletewş li wan kirin wek Family, Mecidî, Mega, Tablo, Royal, 100 metrî, 120 metrî hwd. ê nizanibe wê bêje qey di Kurdiya şîrîn de peyv nemane. Madem we yê wisa bikira we xêr bû, me xêr e? Her çiqas navên fermî yên 100 mt û 120 mt. hwd. bi Kurdî bin jî ne rêveber ne jî xelk wan navan bikartînin.