were dengê min

 Hüseyin Karabey

 Hüseyin Karabey Abidin Parilti

 2014


 tirkiye fransa elmanya

 tirkî kurdî

 105

 dram

  (1970.01.01)

 xelîl (2021.02.21)

 Du jinên ku yekê ji wan di dawiya emrê de xwe de û ya din jî di destpêka emrê xwe de ye dikevin rêwitiyeke çîrokane ji bo xelasiya hezkiriyekî xwe...


were dengê min - Tirşik

were dengê min


. fîlma ku Dema ewil derketîbû min temaşe kiribû. Ev a cara duyem bû. Nizanim çima ez giriyam, dawiya fîlmê kelogirî bûm û rûniştim têra xwe giriyam. Belku jî hincetekê lazim bû bo min ku tengasî û fetisîna di dilê xwe de vereşim. Û vereşiyam jî. Çîroka Berfe û Jiyan û Temo. Û rêwitiya wan a çîrokî û çîroka wan a rêwitiyê. Bêçaretî, zilm, qeder, asêbûn, asêmayîn û herwiha "hêvî". Her sê jî gelek nas in û ji me ne. Dapîr, qîz û kur. Saet bû şev nîvê şevê û berbang nêzik bû lê ez hê jî li ser qedera me û çerxa bêdawî ya herûher serê me têxe belayê diponijiyam. Gelo dê çi bibe ev halê me?



Array. fîlma ku bi pesndana xelîlî haya'm jê çê bûbû. çend hefte berê, birayê min yê piçûk pesna mubiyê dabû. gotibû "li vê platforma sînemayê tu dê rastî fîlmên baş werî." ez rabûm, ketim malpera mubi.com. digel çend fîlmên balkêş, ev fîlm jî hat pêşberî min. min got temam, kêfa'm jê ra hat. min hesabek ji xwe ra li mubiyê vekir. û cara pêşîn min berê xwe da vê fîlmê. min vekir, fîlmekî resen bi kurmancî ye. binnivîsên bi îngilîzî û bi tirkî hebûn. ji min ra ne lazim e. ji ber devoka wan min rehet tê nedigihişt çi digotin. dûra rehettir bû. ez elimîm. pêşîn min digot belkî fîlmekî basît be. lê na. îcar girîyek bi min girt. ez nesekinîm. min fam nekir çima. vê demê peyama xelîlî ket bîra min. axir, min pir ji vê fîlmê hez kir: were dengê min. êdî, zêde mebêjim!






  • were dengê min0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 6.8)
pûanê bide fîlmê: