122
rizgarm (2020.11.22)
Belgefilma ku di derheqê jiyana yilmaz guneyî de hatiye kişandine. Belgefilm axaftin, nêrîn û serpêhatiyên merivên li doran derhênerê navdar pêşkêş dike. Heman katî em bi serkeftinên di nava de zext û zordariyan de jî bibînin. Asoxîn, bi hemû awayê xwe emê jiyanek têkoşerî û şoreşvanî temaşe bikin.
. Belegefilma ku ji aliyê hüseyin tabak hatiye kişandin. Bi awayekî giştî li ser film û serpêhatiya kişandina filmên yılmaz güneyî sekiniye. Bi heval, hogir, kes, lêzim û mervatiya wî re hevpeyvîn çêkiriye. Di derheqê serpêhatî û jiyana wî de em fêrî agahiyên nû û bi hûrgulî dibin. Bi rastî jî meriv dîsa fêm dike ew lehengek mezin e. Tişta ku min şaş û metel kir ji dîmenên dema film dikişîne de hers û xeyda wî bû. Bi taybetî di filma duvar de hêrs û hezkirina ji zarokan meriv li hestên cûr bi cûr dixe* lê sedema van bertekê wî em taliyê fêm dikin ku "film" e, ya rast Hezkirin û daxwaza kişandina filman e. Her çiqas kurdîaxêv kêm bin jî mîna ku camêrê di belgefilmê de nirxandina li ser filmên yılmaz güney î dike "di nava filmên wî de her dem bi tîpên sor û mezin 'kurdîstan' hebû". Ji bo hezkiriyên yilmaz guney nêrînek nû û yên nas nakin jî hevnasînek germ. Jiyanek bi azwer û têkoşer di nava astengiyan de, azadî û xweserî di nava girtîgehan de, filmên serkeftî û cûda di nava qedexeyan de. Û "bila Dost û dijmin bizanibin ku, emê bi ser kevin teqez emê bi ser kevin!" |
|