spirited away

 Hayao Miyazaki

 Hayao Miyazaki

 2001


 japonya

 japonî

 125

 anîmasyon macera malbat fantastîk nepenî

  (2020.06.02)

 biruya hayao miyazaki (2020.05.28)

 Chihiro keçeke deh salî ye û bi dêûbavê xwe re mala xwe bar dike bajarokekê nû. Berî ku bigihijin mala xwe ya nû, bavê wê riya erebeyê winda dike û tên ber avahiyeke pir ecêb. Herçiqas keçik nexwestibe jî li dû dêûbavê xwe têdikeve nav vê avahiyê. ev avahî di ronahiyê de wekî derekê terikandî xuya dike lê çawa ku roj dihere ava, hemû çirayên dikanan ên kûçe û meydanan vedibin û jîndariya seyrangehan her derê dixemilîne. Dêûbavê wê bêyî destûrxwestinê bi çavbirçiyeke mezin hildikişin ser xwarinan û her diçe bedenên wan vediguhere rûyê berazan û mirovbûyîna xwe ji bîr dikin, ruh û xweda û mêxwedayan her derê tije dikin. Bi vê ecebiyê serpêhatiya Chihiro dest pê dike. Bi alîkariya xwedan Hakuyî têdikoşe ku xwe û dêûbavê xwe ji wê derê xelas bike. Sen to Chihiro no Kamikakushi (Rêwîtiya Chihiro) yekem fîlma anîme ye ku xelata oscarê bi dest xistiye.


spirited away - Tirşik

spirited away


. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê biruya hayao miyazaki ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 92. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 90
(imdb: 8.6)
pûanê bide fîlmê: