Adriano Bolzoni Mark Lowell Víctor Andrés Catena
99
rizgarm (2020.02.26)
Ji filma sêbareya "dolaran" ya Sergio Leone' ye. Ji vê sêbareyê ya yekemîne. Bi lîstikvaniya Clint Eastwood ê emerîkî û bi derhêneriya Sergio Leone yê îtalyanî film gihaye astek bilind. Di nav filmê western de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Film bi gelempêrî ser jiyana kowboyan sekiniye, qîmeta jiyana mirovan û qîmeta peran daye ber hev din, behsa nebaşiya pergala kapîtalîzmê kiriye. Film gora sala hatiye kişandin bi rastî gelek gelek başe û teqez vê sedemê jî alikariya filma ku wê neyê jibîrkirin kiriye. Muzîka wê bi qwasê filmê baş e. Ennio Morricone yê îtalyanî heqê wê dayê. Û bi kurtasî em karin bêjin bi her awayê xwe filmek serkeftiye. Bi xêr û bi xweşî temaşe kin.
. Filma (bnr: sergio leone ) yê italyanî ye. Bi îngilîzî (bnr: a fistful of dollars) bi kurdî (bnr: kulmek dolar). Film yekemîna sêbareya "dolar" e. Film gelek xweş e. Lê muzîka wê. (bnr: ennio morricone) Mirov diperitîne. Tu rast dibêjî qey vay tu di nav filmê de ye û li quncekî tu li wan temaşe dikî.
vîdyoyê veke
|
|