144
rûbar (2017.12.10)
Carlito Brigante(Al Pacino), difikire ku piştî derketina xwe ya ji girtîgehê rêyeke nû bide ber xwe. David Kleinfeld(Sean Penn), parêzerê Carlito ku ji wî re di demên dijwar de alîkar bûye. Û xoşewîsta Carlito Gail. Carlito piştî ji girtîgehê derdikeve disêwirîne ku digel xoşewîsta xwe Gail jiyanek nû saz bike. Lê belê raboriya wî destê xwe ji pêsîra wî nakişe. Ew çi qas ji bo ji paşeroja xwe xwe razber bike bixebite jî xeletiyên parêzerê wî û dostên kevn yên wî ji dû wî naqetin.