3-iron

 Ki-duk Kim

 Ki-duk Kim

 2004


 koreya başûr japonya

 koreyî

 88

 Drama tawan romantîzm

  (2010.07.13)

 simurg56 (2014.11.29)

 A transient young man breaks into empty homes to partake of the vacationing residents lives for a few days.


3-iron - Tirşik

3-iron


. fîlmekî weke efsûneke bêyî gotin e. bi hêmanên wêneyî bandorek tund li ser meriv çêdike. derhênerê fîlmê kim ki-duk e.

fîlm di eslê xwe de bi rêya zilamekî ciwan ve qala negirêdayîbûnê dike. ew kurik, jiyana xwe di nav jiyana mirovên din de didomîne, xwe tevlî jiyana wan dike. her serê sibê li deriyê malên xelkê broşûrên xwarinan dizeliqîne. nêzî avabûna rojê vedigere, di ber wan re derbas dibe ku li ser wan deriyan kîjanê ew broşûr hê jî zeliqî bin bi dizîka derbasî ji wan malan yekî dibe. her tim, pêşî dengirê telefonê kontrol dike bê ka xwediyên malê li pey xwe çi peyam hiştine. heger ''mazûvan'' bo betlaneyê çûne cihekî û zû bi zû venegerin ev mêrik di mala wan de weke xwediyê malê ''mêvan'' dibe. dîsa rojekî karên xwe yên rûtîn dike û dikeve malekê. li vê malê jinikek heye, ku xuyaye mêrê wê tehdê lê kiriye, lê xistiye. mêrikê diz, wê jinikê nabîne lê ew jinik wî dibîne, di nav malê de mêrikê dişopîne. mêrik cilên xwe dişo, ji xwe re xwarin amade dike û beriya ku serê xwe bişo li wêneyên jinikê dinere û masturbasyon dike. tam di vê kêliyê de mêrik pê dihese ku jinik lê temaşe dike. şaşo maşo dibe... pişt re telefona malê lê dide, mêrê jinikê di megafonê de jê re dibêje, ''bersiv bide, telefonê veke! hekena ezê bêm malê!'' jinik neçar dimîne telefonê vedike. heta ku jin û mêr di telefonê de bi hev re diaxifin, mêrikê diz ji malê direve. piştî demekî mêrê jinikê tê malê û jê dipirse tu çima telefonê venakî, jinik bersiv nade û mêrik lê dixe. ew mêrikê diz ji malê derketiye lê ji bexçeyê derneketiye, li wan temaşe dike. kutan xwarina jinikê li zorê mêrikê diz diçe û li bexçeyê dest bi lîstika mînî-golfê dike. mêrik pê dihese, diqîre dibêje tu kî yî, çi karê te li vir heye hwd. û li polîsan digere. tam mêrik û polîs dest bi axaftinê dikin, mêrikê diz li topa golfê dide û top li zikê xwediyê malê dikeve, mêrik li erdê diperpite. jinik jî weke qe li ber mêrê xwe neketiye di ber wî re derbas dibe, bi mêrikê diz re direve. fîlm jê û pê ve xweştirîn dibe.



Array. fîlmekî ecêb e. ne dikarim bêjim baş ne jî dikarim bêjim xerab ha wiha li valahiyê mame. tişta herî xweş jî bi xêra vî fîlmê bi straneke xweş hesiya (bnr: natacha atlas) (bnr: gafsa)



Array. Fîlmê ku bi mijara xwe bala min kişandiye. Bi rastî jî derhênerê me kim ki-duk, xwedî perspektîfeke cûda ye. Pîştî mirina wî min wî nas kir, û fîlmê wî yê herî navdar ev xuya dikir,. Min jî li vî fîlmî îro temaşe kir.



Array. min du sê sal ewil seyr kiribû. ez dibêjim fîlmeke ewqas serkeftî nîn e.



Array. Bi wergera kurdî ya brahîm ronîzer:






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 87.8
(imdb: 7.9)
pûanê bide fîlmê: