1. yek ji mûzîkjenên nûjen e. navê wî yê rastîn murat doğan e û ji navçeya erxanî ya amedê ye ku ev yek ji strana wî ya va çi ye law tê fêhmkirin; stranê de dibêje "...ji erxaniyê bi rê ketim, binêr ez çawa bûm..." oha, ez bawer im vana albûma tarûmar de komple duet kirine. albûma mirady ya yekemîn de stranek bi navê olmayacaksın heye. stran bi tirkî ye, ji vî alî ve tişteke layiqî rexnê ye lê mixabin bi rastî jî xweş gotiye. |
|
15.08.2013 20:32 |
simurg56
|
2. stranbêjê ku meraq dikim gelo bi rastşî birayê mehmet atlı ye an na. |
|
15.08.2013 20:59 |
simurg56
|
3. cara pêşÎn min navê vî camêrî bi strana wî ya bi navê (bnr: bûnisra) ku bi eslê xwe helbesteka şairê rehmetî arjen arî ye seh kir.. paşê strana wî ya bi navê (bnr: bi xatirê te) bi ber guhê min ket û gelekî kêfa min jê re hat.. ez zêde dirêj nekim.. dengê wî û terza wî gelekî baş e û têra xwe serkeftî ye lê wekê gelek stranbêj û hunermendan ew jî hej popûlarÎte û çepik û ecibandin û heyranî û hejêkirinê dike mixabin û kar û xebatên xwe jî beralî dengê ku çepik jê têne ve dike.. li ser facebookê şairê kurd ê tirkînivîs kemal varol ku ew jî bi eslê xwe ji erxeniya diyarbekirê ye û şairek heta te bivê jêhatî û serkeftî ye carinan stranên vî camêrî parve dike.. |
|
15.08.2013 21:03 |
endazer
|
4. Dengê wî bi min wek nûz nûza pisîkan tê. De hun zanin raperînê jî xweşik e, lê xwezî ne stranbêj, mankeneke çav şîn bima. |
|
15.08.2013 23:26 |
hemdilaarda
|
5. yek ji hûnermendên favorî ê min e . ji erxaniya navçeya amedê ye û bi qasê ez zanim li zaningeha dîcleyê beşa mamostetiya fîzîkê qedandiye. |
|
16.08.2013 00:29 |
brusk56
|
6. ciqas diçe xwe xira dike ewil pir kêfa min jêre dihat lê hey ku bi raperinê re album derxist li ber çavê min reş bu. mûzÎka te baş tû çima dikevî du quna raperînê. ha we gu bela kir.. straneka wî kevn heye ez pir jê hez dikim.(youtube: |
|
21.08.2013 23:47 |
çukko
|
7. stranbêjê ku vê paşiyê li her hesabê xwe yê facebookê ragihandibû an daxwuyandibû ku êdî mema bi raperînkê re derdikeve ser sehnê û distire.. sebeb çi ye nizanim.. ya rast min bi xwe eleqedar jî nake ji ber ku ne guh didim mirady û ne jî guh didirêrim raperînkê.. |
|
14.09.2013 06:58 |
endazer
|
8. bi kurmancî deyîran vano. çend deyîrê ey bi zazakÎ zÎ estê. weş vano. |
|
14.09.2013 20:04 |
kurdane
|
9. li gorî agahiyên bi destê îstîxbarata tirşikê ketine.. camêr bi her peyameka derheqê xwe de dihese û dixwîne.. lê mafê xwe yê xwe parastinê û bersivdanê ji bo demên mûsaît û mûnasîb dihêle.. belê gelî palewan û keybanûyên tirşikistanê ji bo saxî û silametiya can û cesedê xwe xêra xwe û ya dêûbavê xwe haj xwe û devê xwe hebin! û kar û barê asayîşa tirşikê giran nekin.. |
|
19.09.2013 03:06 |
endazer
|
10. yekî sade û henûn û aram tê xuyanê..vê dawiyê amadehiya albûma xwe ya sêyemîn dike..ser xêrê be.. |
|
18.12.2013 11:46 |
mîrêhekarya
|
12. hunermendekÎ muzika kurd ya moderne. navê wî bi rastî murat doğan'e. Di STRANÊ XWE DE Piranî hestê jiyana kurdê bijarte û bajaran vedibêje. nemaze piştê albûma ''marmasî'' hate nas kirin. dewama wî da albûmek bi (bnr: raperîn) re derxist. |
|
18.12.2013 12:45 |
deqlok
|
13. îro ligel simurg56 peymana sponsoriyê daniye.. |
|
21.12.2013 11:51 |
endazer
|
14. berî 2-3 mehan albûmek nû derxistiye lê haya min îro jê çêbû. welleh me xwe hetikand. |
|
07.05.2018 21:35 |
simurg56
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |