5. ev du roj ez hewl didim deşîfre bikim, vaye min deşîfre kir, lê dema min li vir mijar vekir, vaye gêjê beriya min mehekî deşîfre kiriye, ax aaxx, ez kor bûm kor. ez ê dîsa keda xwe parve bikim, hinekî çend peyvek cuda ye * Selîm Temo - Keştiya Bayê ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn min çi sermiyan hebe tu dihatî ji nav refa kewên brîndar di çavên te de xweliya şev bayê xemê di sînga min de bêhna bizirkên zarokatiyê ku tu kes ne dermanê xwe bû yek ji nişkê ve radibû berçavka xwe dişkand rûyê xwe dimerisand asoyê li pişt kolanan veşartî gazî dikir ji deşteke bê serî-binî dilîland û ew bajarê bi zimanekê din honandî qesta parsûyên min ên kêrkirî dikir xizanî ku dînê evînê ye li ber rawestgehan ji hev derdixist birû û bijangên me tu dihatî mîna tu kes ji tu kesî hez nekiribe mîna tu kes ji tu kesî ji tu kesî min hestekî dibeyitand ku jê re bêjim evîn mîna şimamokekî dardekirî xemgîn kolanên enqerê tijî dibûn bi ezirgana te û kefa destê min bi ramûsanên te elewiyên şevê bûn em qulingên demê bûn me tu fikarek tunebû ji rojê te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fireh çerx û sema digeriya li dor porê te kûrahiyek avek xewnerojek û li şûna simbilên min bîranînên kitanî çi dibêjin belkî tiştekî nabêjin bo xortaniya min a bi du zermemikên te xwîdayî. ji bo xatirê qehweyan û parkan here bibîne ew jûrepênûsa min beriqî bibîne ku çi miriyekî çeleng bûm teliyayî li ber tîrên qewrebozan. qîzînên li ser dev raket bûlvarên sterîl kevnefeodalîteya li ber şevê ketî şaşiya bi kêrnehavînekê re paldayî ku eşq jiyan bû bo min lê telefat li cem te. niha çi bikim çavikek li dolebeke şkestî nayê dûkela çermê te li ser lêvan êvar bihesibîne çûyînên ewran berê min her li ku be bêje: "çûyîn çi peyveke dirêj e..." bêje: "tûşî tiştan bûm bi gelek tiştan dizanim gelek cemidîm piştî xewnê" birikeke demode di orkestraya qelebalixê de kemaneke ji hedê xwe derketî lê ax nîn e ji du paket zêde min ebayek bi min re diaxive şûna birîna min jî. navê min bibihîse gava dergistiyan demê dizîn bi navranên xwe yên qurifokî bizanibe dilê min bar e li ser dilê min ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin te ji hemû şibakan li min dinihêrî min birînek bi bîr dianî nizanim di singa kê de. ketîbûm neêşîne siya çûkên êşiyayî jî min xerîbiya xwe dikir li quncê demê. ne hatina şevê bûm ez ne sohtina gulê bûm mehrûm û qewirî ji paxila derfetekî. ji şerbikên çembilşkestî diçûrisî olana şevê straneke zîz li pey trênê dixulxulî weke yekê sebra xwe bi aşkirinê nayne qurre bûm axx çûyîn çiqas limin tê. li pey şopa dewrêşên hevçerx dibînim ku têr ax ji xortaniya min a seridî ji qulingên malên tarî, ji kûjîlekên qeşemgirtî hatim bi ser şanikên te ve. tu dizanî ey evîn çawa li destê te dipirsî peyvên ji kevnedestanan pengizî bayê geliyên dûr li ser eniya min dileyîst dizûriya leylana asoyeke gilover li dora min hevalê kuştî û dayox ax ku kurdînî nifirê sedsala zikreş bû êdî ka bêje çi bû ya ji lêvên te nabare ma min jî evînek nebe piştî saxmayînekî xayîs xeterok û dilmayî me nizanim çi me li kolanên gewr ên bajarên radayî ma di dilê çûkekî de tiştên te nedayî min ku dilekî sar û ava li hevraza aşekî bûn nîvco me neyarê xwe me li pey şopa xwe me ku ji xwîna şerikî dinasim di pale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekî dibînim di xewna xwe de dipelişe rabirdûyek li pey min weke hespên serberdayî nedîtî nebînayî ku malê mala xwe me salixdana çîroka xwe me ku wa ji bîr dikî li deverekî. gava pelên dîroka çongan dinivîsin li ber derazînka demsalê serî tewandin rabe bide nav qehweyan tu yê kevne-minekî bibînî di hinava dûxana zelal de kovana xwe tamişkî kesera xwe ji rêzê rûyê xwe bi dûzanên ko qeşartî. a ji kûfik û peykerên ecêb mayî navekî xwe tune li ber destarê şînê ku ne bajarê min bû piştî her şkestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê bide pey ya zehmettir ber pala xwe li tu deveran xweş neke biqere û here Selîm Temo |
|
28.05.2016 01:44 ~12:25 |
xendekî
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |