Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
helbestên bro omerî

helbestên bro omerî

9. (bnr: peyman ji yarê)



Bi  şalê kesk û sor û zer

Bi pêlaven bendik li ser

Dame ber sed tîr û xercer

Deh li dil da, not li ceger.



          Ji kulîlkan taca wê ye.



Ji sazê hat, westa û mest

Lê rast hatim wa dest bi dest

Min maçek ji lêvên wê xwest

Got: “Ma bi çi maf û mebest? ”



         Min got: “Ew jî baca rê ye.”

 

Bi taca kesk, sor û zerî

Zarşîrînê keça perî

Şeng û şox û eşqperwerî

Li Amedê, li Agirî...



          Ji zîv û zêr, birca wê ye.                           



Keça ciwan, lêv erxewan

Şalê rengîn li nav milan

Kase kef de, hate eywan

              Tîr avêt dil

Dil disotin bi awiran

 

          Şiva xosê bejna wê ye.

 

Li ber masê şox rûdinişt

Mey dinoşî, qedeh dimijt

Lêv li camê şopek dihişt

Min cî girt li masa tenişt



         Çavên min her li fercê  ye.



Bi nazî  li min zîvirî

Kenî, got: “Ey Bro Omerî!

Wele jêkin dest û serî

Ji te pê ve, kes ne yarî.”



         Ev; peyman û merca wê ye.



bro omerî



10.07.2015 01:21 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
kurdên nasyonalîst [1]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kurdên nasyonalîst [1]
Divêya ev nav û ev hizr neketa li ber destê van kesên bêaqil, ji bo he...
kurdên nasyonalîst [1]
tevgera fikrekê rewşenbîrî ya kurdiyetî yê temsîl dike, ku ji hebûna x...
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên feqiyê teyran
» bro omerî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî