Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 56 peyam
shakira

shakira

1. navê wê yê bi temamî shakira isabel mebarak ripoll e.. di 2ê sibata 1977an de li bajarê barranquillayê ya bi ser kolombiyayê ve ye hatiye dinyayê.. shakiraya ji kolombiyayê ya ku bi eslê xwe libnanî ye stranbêj, nivîskara gotinên stranan, reqqas û lîstkvana sînemayê ye.. yek ji navdartirîn stranbêj û mûzîsyena cureya latîn pop û latîn rockê ya ku piştî salên 90î li dinyayê belav bûyîne û deng vedane.. bi fîgûrên reqsa xwe ya ku nîv ereb û nîv latîn in dÎqet û eleqeya heyran û hejêkerên xwe kişand.. stranbêja ku di ber gotina stiranan re besteyan jî çêdike 2 caran xelata grammyê, 8 caran xelata latin grammyê û 14 caran jî xelata billboard latin musicê wergirtiye û hilgirtiye heta niha.. li gorî daneyên sony musicê tenê albûmên shakirayê li amerîkayê 16.8 û li tevayê dinyayê jî di ser 70 milyonî re hatine firotin.. eger mirov hejmara sînglean jî lê zêde bike ev hejmar ji 150 milyonan zêdetir dibe..

shakîra bi 140 milyon dolar saman û sermiyana xwe ve di nav hunermendên dewlemend yên latîn popê de yek ji maldartirîn û dewlemendtirîn mûzîsyena latîn amerîkayê ye..

di nav stranbêj û mûzîsyenên kolombiyayê de stranbêja ku herî zêde albûmên wê tên firotin e.. sînglea wê ya bi navê hips dont lie heta niha ji 10 milyon zêdetir hatiye firrotin û bi vê hejmarê payeya sînglea herî zêde hatiye firotin ya di nav van deh salên dawîn de bidest xistiye.. di sala 2010an de strana wê ya bi navê waka waka ya ku ji bo kapa dinyayê çêkiribûye 5 milyon hatiye firotin û li ser youtubeê jî vîdeo klÎba vê stranê zêdetirî 540 milyon caran hatiye temaşekirin.. shakira herwiha damezrîner û seroka fexrî ya saziya sivîl ya bi navê pies descalzosê ye.. FÎgûrên xwe yên reqsê ji pîrika xwe hîn bûye..

Herwiha shakîra alkol û qehweyê venaxwe û gelekî hej çÎkolatayê dike. Di hevpeyvîneka xwe de dibêje ku ''eger tiştek ji çîkolotayê xweştir hebe bêguman ew jî zêdetirîn çîkolata ye.'' zimanê wê yê dayikê spanyolî ye.. û bi rewanbêjî û herikbarî bi zimanê îngîlîzî û portogolî jî diaxive.. herwisa dikare biçekî bi zimanên wek frensî, îtalî, û erebî jî biaxive.. di sala 2011an de ji teref zanîngeha harvardê ve wek ''hunermenda salê'' hate hilbijartin.. Asoxîn shakîra jî li ser cadeya walk of fame an (meşa li ser navên navdaran) bÛ xwediye stêrkekî û bû wek kolombiya yekem ya ku li ser vê rê û cadeyê xwedî stêrk e..



30.07.2013 06:16 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
belki ev jî bala te bikişînin
» shakira & jennifer lopez

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî