1. fîlma dawîn ya trîlojiya fîlmathe hobbit e.. fîlma pêşîn; the hobbit: an unexpected journey (2012) fîlma duyem; the hobbit the desolation of smaug (2013) bû.. wekê fîlmên din yên vê seriyê ev fîlm jî bi derhêneriya peter jackson hatiye çêkirin û çîroka xwe jî wekê fîlmên din ji pirtûka j. r. r. tolkien ya bi navê the hobbit wergirtiye.. fîlm ne ew qasî baş e lê ne xirab e jî, yanî wextê mirov hebe li ber dikeve ku mirov berê xwe bidiyê an bi qewlê toriyan lê bihesîne, di fîlmê de dîmenên ji dinyaya naverast meyl û mereqa mirov dikişîne erê lê tu orjînalîteya senaryo û çîroka fîlmê nîne, sehneyên aksiyonê j tamê derxistine, yanî bifikirin ku hobîtek bi wê qama xwe ya ku bostek tê heye ya tê nîne bi kuçan orkan dikuje, erd ji binê piyê legolas dixişike lê legolas nakeve, sehneyên bi vî rengî ne di vê fîlmê lê di fîlmeke din de bûna bawerim xelkê bi rexneyan tu sitar û mehwar li ber nedihêliştin.. |
|
12.01.2015 04:13 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |