1. navê çiyayekê kurdistanê ye, dikeve bakurê nisêbînê û ji hezex jî tê dîtin.. herwiha cih û meskenê dîrokek û destaneka mezin ya şervan û şehîdên kurdistanê ye.. di sala 1988an de artêşa tirk bi hêzeka qerebalix ya ji esker û qoriciyan pêk tê derdikeve operasyonê, bi ser çiyayê bagokê de digire, û dorê li 20 gerÎlayên ku nû tevlÎ refên gerîlayên pkkê bûne û hîn tecrûbeya wan a şer tunÎne teng dike, li gorî rÎwayetê gerîlayên di bin pêşengî û rêberiya delîl de heta çend rojan li ber xwe dide û zayîateke mezin didin artêşa tirk û dawiyê hemû jiyana xwe ji dest didin, piştî vê bûyerê li nisêbîn û mêrdîn û li seranserê kurdistanê gelek malbatên kurd navê delîl li zarokên xwe kirin.. |
|
30.12.2013 14:41 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |