Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 23 peyam
di îslamê de jin

di îslamê de jin

1. Li ku derê be ferq nake, keseke ku bawerî bi îslamê nayêne we dît hûn dizanibin argumana wê a yekem ê ev be. Zîra ya min jî ev e. Wek hûn jî difikirin ger dîn dînê xwedê be divê ev dîn ji her qanûn, peyman û peyama ku mirov di nav xwe de qebul dikin rasttir, biedalettir û derbasdartir be. Ev rewş ne tenê di mijara jinê de ji bo her mijarê derbasdar e. Ger hûn vê yekê qebûl bikin werin em bi hevdû re mafên jina ên di îslamîyetê de û ên di hiqûqa nûdem de  bidin ber hev.

Li gor dîne îslamê jin nîv behra mêra distîne
Li gor hiqûqa niha jin mêr ferq tune ye, behra her kesî ji hev ne cihê ye wek hev e.

Helbet hin kes ê bibêjin ku hevjînê jinê jî behra xwe bistîne ê dîsa bibin wek hevdû. Lê ez dixwazim bipirsim;
1) jin nezewice ê çawa be?
2) senaryoyek wisa em bifikirin. bila malbata eyşeyê dewlemend be û 12x pere bi wan re hebe. Ehmet birayê eyşeyê ye.
Li aliyê din bila hêlînê keça malbatek hêjar be. Malbata wê jî xwedî 6x pere be. Elî jî birayê hêlînê ye.
Em bibêjin wek bi hezaran jinên bûn qurban Eyşe û hêlînê jî bûn qurbanên berdêliyê. Wî çaxî  Eyşeyê ji mala bavê xwe 4x pere anî. Hêlînê ji mala bavê xwe 2x anî. Ehmet 8x, elî 4x rahişt. Niha rewş wisa çêdibe
Hêlîn-Ehmet= 10x
Eyşe-Elî= 8x
Kanî wekhevî?

!Rast e xwişkam lê berî îslamîyetê jin bêpar diman ji mîrasê. Îslamê kiriye ku em qala behra jinan bikin.
>< ew xwedayê ku dibêje bi temametî dew ji alkolê berdin çima nikare bibêje bi temametî dew ji neheqiyê berdin? Ma erka xwedê qedandina neheqiyê ye an sivik kirina neheqiyê ye?




De êdî çi be, em mijarê biguherînin.
Li gor dînê îslamê şahidê mêr dikeve dewsa du jinan.
Li gor hiqûqa niha kes ji hev ne qenctir e şahid şahid e ferq tune ye.

Wek nimûne em senaryoya li jor bidomînin.

Em bibêjin bavê hêlînê got "ez ji 3 behra behrekê jî bidim keça xwe neheqî ye, ez qet nedimê jî neheqî ye. Hey wisa ye ez ji mîrasê behrê nedim keça xwe."   Hêlînê ji bo heqê xwe bistîne çû ber lingê şerîetê û li dijî bavê xwe dozê vekir. Şerîet jî bang li bavê wê kir. Got kanî behra keça te tu çima nadî?  Bavê wê bibêje min behra wê da. Şerîet şahid bixwaze ji her du rexan. Diya hêlînê bibêje me behr neda, birayê wê bibêje me behr da. Di vê rewşê de şahida hêlîna ji ber ku jin e divê here şahidek din bibîne.


Hin kes wê mijarê wisa diparêzin. Jin bi hestên xwe tevdigerin. Temam ez qebûl. Bila kesên wisa wek nîv kesî werin hesibandin. Wî çaxî diviyabû îslamê bigota kesên bi hestên xwe tevdigerin wek nîv kesî bipejirînin. Tenê ne jina. Ji ber ku mêrên ku bi hestên xwe tevdigerin jî hene. Wek mînaka me li jor da.




Ev jî çû em mijarê biguherînin. Tûrik tijî ye. Bêje bêje naqede.
di îslamê de lêdana jinan
Li gor dînê îslamê lêdana jinê meşrû ye.
Li gor hiquqa iroyîn tenê ne lêdana jinê lêdana heywan û lebatan jî di nav de her awayê tund û zordariyê qedexe ye.

di sureya nîsayê, ayeta 34. de dibêje ; "ger jinên we li hember we serî hildin, pêşî şîretan li wan bikin, paşê di nav nivînan de wan tenê bihêlin, ger dîsa nebe li wan bidin."
Ez dibihîzim hin kes dibêjin ew ayet çewt hatiye wergerandin. Ez li kesên wisa nahisim. Li gor wan kesan ew alimên hêja wergerê nizanin lê ew dizanin. Hişê xwe bidin serê xwe looo.

Senaryoya li jorê em bidomînin.
Hêlînê bi şahidiya ne dirust a birayê xwe ji mîrasê bêpar ma. Lê ew dibêje ez qet dev ji behra xwe bernadim. Mêrê wê ehmed jî şîreta lê dike û dibêje êdî bese tu rehetiyek nade me. Dev jê berde. Hêlînê li wî nahise û li gora serê xwe dimeşe û her roj wê mijarê têne ser ziman. Ehmedê ku misilmanekî hêja ye vê carê ji nav nivînan berdide hêlînê. Lê hêlînê dîsa jê naqere. Îcar ehmed hêrs dibe û lêdide....


Niha jî dengê kesên ku dibêjin "lêdan divê bi awayek sivik be ger bi tundî be ev dibe zordarî." Ez nizanim çi bibêjim "aqlê sivik barê giran e." Ha vêga hat bîra min "lêdana sivik tundiya giran e"




em mijarê biguherînin. Binivîse binivîse naqede.

Li gor îslamê mêr dikarin bi çend jinan re bizewicin.
Li gor hiqûqa îroyîn mêr-jin ferq nake zewac bi yekî/ê re sînordar e.


Nîsa 3 dibêje ".... lê ji yên ku we eciband dudu, sisê, çar jinan mehr bikin."

Çaya germ di eslê xwe de ev der ne wek tu difikirî ye. Berî îslamê jixwe di hiqûqa misir, roma û çînê de, di qanûnên hamûrabî de polîgamî hebû. Îslamê wê adetê ji tunebûnê neafirandiye. Heta wek beddîûzzemanê kurdî gotiye; "şerîetê ji yekê dernexistiye çaran, belkî ji heşt-nehan daxistiye çaran."
Yaw were û hêrs nebe. Lawooo xwedê bela xwe nede we ez ê we bişkînim. Ez vê argumanê qebûl dikim. Lê ez ê pirsekê ji we bikim
- îslamîyetê hejmara zewacan sînordar kiriye çima?
- ji ber ku ew tetbîq ne tetbîqek baş e, dirûst e.
- vêca pirsa min ev e: çima tişteke ku ji aliyê îslamê jî wek xeletî tê dîtin nayê bi dawî kirin lê tê sînordar kirin?

Ger em li sureya nîsayê, ayeta 129. Binêrin;" hûn çiqas hewl bidin jî hûn nikarin di navbera jinan edaletê pêk bînin"  dema ew ayet tê xwendin mirov dibêje ger wisa be polîgamî ji aliyê îslamê ve hatiye qedexe kirin, ji ber ku di sureya nîsayê de ayetan sisêyan dibêje şert û merca polîgamiyê edalet e. Wî çaxî em sê pirsan bikin;
1) hey polîgamî tiştek ne mimkun e çima di nîsa sisêyê de derbas dibe.
2) qurana ku di derbarê nimêjê de rêzikên hêrî bingehîn nedaye çima cih daye du ayetên ku li zidî hev dibin.
3) pirtûka ku heta hetayê ê pirtûka pîroz be çima cih dide mijarên wisa tewşomewşo.





Ew jî çû em qala tişteke din bikin. Her ku diçe dirêj dibe ew mijar.
di îslamê de cariyetî
Li gor dînê îslamê cêrîtî meşrû ye.
Li gor hiqûqa nûjen tiştek wisa tune ye.


Cêrî peyveke bi erebî ye. Ji bo xulamên jin tê bikar anîn. Li gor îslamê piştî şerekî mezin jin,keç,jinik,pîrek her çi be wek ganîmet dihat qebûl kirin û di nav şervanan de dihatin behrkirin. Ya xweş ew e ku cêrî dihatin firotin û kirîn. Ger we bixwesta ku pê re rakevin xem nedikir çimkî ew jî helal bû. Ê kanî nîkah, mehr? Na,na ne hewce ye. De haydê em çend pirsan bikin?
1) xwedayê ku di quranê de dibêje ji min pê ve hûn ne evdê kesî ne çima destûra xulamtiyê dide. "Îslamîyetê cêrîtî neanî jixwe hebû heta bi îslamîyetê mafên wan zêde bûn." Kuro lawo we aqil avêtiye. Çi gotiya mezinan; "şêr şêr e, çi jin e çi mêr e." Ez jî dibêjim;"Xulam xulam e, çi xwedî maf e çi ne xwedî maf e"
2) wisa bifikirin. Hûn jin in. Şer dibe û bav,xal,bira,kal,ap,mam,mêr her çi hebe ji aliyê dijmin we tê kuştin. ji girînê, lavelav û qîrînê hûn ji hal de ketine. Ew ne bes e vê carê dijmin dest diavêje ser we û dibêje "êdî tu cêrî ye". radije we û dibe mala xwe. Ji vir pê de hûn xulamê wî zilamî ne. Kujerê malbata we êdî dikare êvarê were nav nivînê we. Lê qet meraq nekin ew zilam nikare li dijî we neheqîyê bike çimkî şerîet mafê cêriyan jî diparêze. Ez dibihîzim hûn dibêjin "ma ji vê mezintir çi neheqî heye?" Nizanim welle ma çi bibêjim.
3) ger du ciwan bi vîna xwe bêmehr bi hev şa bibin dibe zîna û cezayê wê dojeh e lê kujerê bavê te bi te re rakeve ev dibe şerîet. De bifikirin ew cêrî a ku nasên xwe ji dest daye ê çawa bibe misilman. Dev ji misilman bûnê berdin ew ê bibe dijminê misilmanetiyê.





Çend bonusan diyarî we tirşikvanan dikim.

1) Niha jî em werin mijara zewacê ya ku pêxember bi aîşeyê re kiriye. Li gor hin çavkaniyan pêxember dema ku bi aîşeyê re zewiciye aîşe 9-10 salî ye. Lê hin çavkanî û alim vê yekê qebûl nakin û dibêjin dema aîşeyê zewicî 18- 20 salî bû. Yanê li gor wan kesan ger yekî 50 salî bi yeke 9 salî re bizewice ne normal e lê bi yeke 18 salî re bizewice normal e. Ger tu hêrs bibî ê bibêjin "wî çaxî tiştên wisa li erebîstanê normal bûn, pêxember pê re zewicî da ku aîşe li ser mijarên taybet ên di der heqê jinan de qaîde û destûran vebêje ji jinan re." Tiştek wisa bifikirin xwedayê ku erd û ezman xeliqandiye pêxemberek dişîne da ku ew her tiştî ji evdan re bibêje lê ew pêxember şerm dike ku here ji wan re hin mijaran bibêje. Yaw gelemşeyên mêran tu dikare bibêje ên jinan tu çima nikare bibêje?
Dîsa divê ez bidim zanîn ku ew buyer ji sedan kesan re bûye wek referansê ku bi zarokan re bizewicin.

2) xwedayê ku xwediyê hemû gerdûn û fezayê ye di quranê de gazî mêran dike, car caran tenê gazî mêran dike çima qet gazî jinan nake. Helbet di hin ayetan de mêr û jin bi hevdû re derbas dibin lê ayeta ku tenê bang li jina dike tune ye.

3) wek li jorê jî min got hin kes dibêjin na hûn şaş dizanin na hûn şaş fêm dikin na hûn şaş werdigerînin hwd. Bila ez şaş bim, em tev şaş bin qebûl lê ev bû bi sedan salan hemû dewlet, pêşewa û mêrikên misilman çima li dijî jinan wan ayetan referans distînin û nahêlin jin pêş bikevin. Ma wan jî şaş fêm kiriye?

4) Nìsa 34 berî qala lêdana jinan bike wisa destpê dike; ".........mêr rêveber û parêzgerê jinan in." Di destpêkê de hin sedem tên gotin helbet.Bi kurtî li gor wê ayetê hin sedem hene ku mêr wek rêveber an parêzger hatine dîyar kirin. Ez napirsim; çima mêr wî heqî li ser jinê distîne? (Westiyam) Lê ez dixwazim wê bipirsim;" niha em li dora xwe dibînin ku jinên sîyasetmedar, serok, di malbatê de xwedî berpirsiyariyeke mezin hene û dîsa em dibînin ku jinên şoreşger, şervan, xwe û zarokê xwe dikare ji zilma mêran biparêze hene. Îcar em dikarin bibêjin êdî ev ayet ji bo îroj hinekî xelet dimîne.



06.03.2024 23:52 ~2024.03.11 00:53 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
çima? (wêne: https://tirsik.net/wene/w/ziman/serdestiya-zimane-tirki-y...
belki ev jî bala te bikişînin
» jinên feminîst yên kurdistan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî