1. Jane Maryam cara yekem ji hêla mihemed nûrî ve hatiye stirîn. xwedîyê besteyê jî kambiz mojdehî ye. Stran yek ji navdartirîn û xweştirîn stranên evînî yên folklora farisî ye, ku wekî "Nazanine Maryam" an "Gole Maryam" jî tê zanîn. Li gorî gotegotek, tê bawer kirin ku gotinên wî ji aliyê leşkerekî ji bo keça xwe ya spêde were daliqandin hatiye nivîsîn. Li gorî gotegotek din. ji piyanoya Grinko vîdyoyê veke wergera min Meryema nazenîn, çavê xwe veke, gazî min bike wa roj ava bû, tav derket êdî dema çûyîna deştê ye ah nazenîna min a şîrîn Meryem Meryema min a nazenîn, serê xwe hil bide ji bo xatirê rojên derbasbûyî were em bi hev re ji vê malê birevin ah Meryema nazenîn wa dîsa roj derket û xew neketin çavê min xwezî razama ku min tu di xewna xwe da bidîta tovên xemgînîyê di dilê min de tov dane yeko yeko şîn dibin deka bibêje wê dilê min xwe çawa li dij vê xemgînîyê bispêre ah Meryema nazenîn ah were wextê çandiniyê hat, tu ya min î, min tenê nehêle were em biçin ser kar, em geniman biçînin were dema çandiniyê hat were tu ya min î, min bi tenê nehêle were em biçin ser kar, were were Meryema min a delal ah Meryema nazenîn tovên xemgînîyê tov dane di dilê min de, yeko yeko şîn dibin deka bibêje wê dilê min çawa li dij vê xemgînîyê xwe bispêre ah nazenîna min a delal |
|
15.10.2021 18:53 |
yûsiv
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |