1. Strana tara caf e. Bi soranî hatiye gotin. gotinên stranê Le dergam meye azîzim, Em hêminiye meşêwêne Ba gullî reşî min bijîn Her bêdengî daristanî em sere bû Le kiranewey xunçeyekya eşqyan sûtan Le dergam meye azîzim, taze beserçû Le asmanî em dille ser sameya Çî ballindey eşq heye seferyan kird Nayenewe Lem heware bo satekîş, Werzê niye cêy bêtewe Çend pelle hewr ta dwa firmêsk Dabarîn û parranewe Neyantwanî gulle zuyrekanî naw dillim aştkenewe Lêm bibure em dergaye nakrêtewe Maçî jehr û destî mis û Swêndî droy ser ber malle çillkinekan Dergakanyan lê kilîl dam Le roj başa xoryan le ber pêm serbirrî Le şew başa aweney mang le ber çawma hellyanweran Çi estêrey awaz heye le eşqêkma hellyanfiran Swêndî droy ser ber malle çillkinekan Dergakanyan lê kilîl dam Le dergam meye azîzim Lem hewarî gumane da Ne reşebaye hell eka Ne şewnimê arayşî baxim eka Elqey yeqîn serînekey Lê kirdme cêgay guman Le dergam meye azîzm Taze beserçû Keştîyek bê çarokem Xom dawete dem şepolêkî ser şêt Û hellim egrê, bo ebedî Berew tarîkî derûnî xomim eba |
|
11.08.2020 21:39 ~21:40 |
yûsiv
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |