Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 62 peyam
dengbêj reso

dengbêj reso

9. dengbêjeke bi nav û deng e ku li serhedê weke şair tê naskirin.

tenê ji bo du sê dengbêjan dibêjin şair ev evdalê zeynê, ferzê û reso ye.

kesê ku kilamên evdalê zeynê herî rast dixwîne reso ye. lê belê bi xwe ji devê evdal negirtiye kilaman. bi rêya ferzê gelek kilamên evdal gihiştiyê. mirov dikare bibêje ku ferzê di navbera wan de weke pireyek e. wey dil, quling, şerê qeleniyê ên tên zanînin.

reso bi dengbêjî re gelek kilaman jî diafirîne. şans û teliha wî ya herî ne baş ew e ku weke şakiro û gelek dengbêjan bi destê wî neketiye ku kurdistanê berfirehtir bigere lewra qada wî bêhtir serhed e. a duyem jî ev e ku dema kal bûye amûrên qeydkirinê hatiye serhedê. ji ber vê qeydên wî hema hema hemû di kalbûna wî de hatine girtin.

dibêjin ku reso radibe diçe binxetê mala haco axa hingî deng û sewt û maqamên wî baş in. hin dengbêj ji ber hesûdiyê hine dixin nava qehweya wî, piştî wî reso nexweş dikeve û diçe xwe nîşanî hekîmek dike. hekîm dibêje ku hine dane te bi singa te ve ziliqiye te eciz dike. çare nayê dîtin. dengbêjên ku reso dîtine û wî weke mamosteyê xwe dibînin dibêjin piştî wî reso terza gotina xwe û meqamên xwe diguherîne. bi terxeke nû kilamên xwe dibêje.

meqamên reso xurt in û tu carî ji şiverêya meqama xwe dernakeve. gotinên kilamên wî û yên ku dixwîne ji aliyê gotinê ve têr û tije ye.

kilamên wî yên herî navdar ku bi xwe çêkiriye metê, filîtê quto, serayê, keremê qolaxasî hwd ne.



08.05.2020 01:14 ~01:15 | roberz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengbêj reso

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî