Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 50 peyam
o ses turkiye

o ses turkiye

1. ez ê bêjim pêşbirka mûzîkê ye lê na, ji wê zêdetir pêşbirka dengê ye.
bajar bajar digerin û di nav namzetan de bijartinan dikin paşê ew ê bijartî yeko yeko derdikevin ser ekranan û distirin. di vê navberê de piştên jûrîyan lê ne, yanî pêşbazan nabînin. eger hejê bikin berê xwe lê dizivirînin. ger ji yekê zêdetir jûrîyek lê vegere, wê demê pêşbaz ji nav wan yekê hildibijêre.
piştî herkesî strana xwe got û hinek ji wan ji alîyê jûrîyan ve hatin hilbijartin vêca pêşbirka di navbera strnabêjan de destpê dike. derdikevin pêşberî hev û kîjan bi ser bikeve dimîne, yên din ji pêşbirkê derdikevin. bi vî awayî di dawîyê de kesek dibe şampîyon.

bi ya min şûna formatek wisa, pêşbaz bi stranên xwe yên xweser tevlî pêşbirkê bibin çêtir e. çimkî ya girîng ne deng e. erê deng jî girîng e lê ji ya wê girîngtir, afirandina strana e. jixwe bi ya min ji ber vê yekê ye ku tu şampîyonên vê bernameyê nebûne "hunermend". ango tiştek li mûzîka tirkan zêde nekirine. encax bi vî awayî hatîne nasîn û niha di kafe û baran de lê didin.
lê weke mînak bi pêşbirka ziryabê ku weke xwestina min bû, me gelek stranbêjên nûjen nas kirin û wê her yek ji wan teqez di pêşeroja mûzîka kurdî de cî bigirin.

carinan stranbêjên kurd jî tevlî vê pêşbirkên dibin lê tabî bi stranên tirkî. bi zimanên din jî stran tê gotin (bi taybetî îngîlîzî) lê bi kurdî nabe. îhtîmalek mezin, heta teqez, hatîye qedexekirin. heta dema stranbêjên kurd tevlî dibin, behsa paşeroja xwe ya stranbêjîya kurdî jî nakin.

heta niha kurdên wek emre sertkaya, dodan û omer ayhan tevlî vê pêşbirkê bûne. belkî zêdetir jî hebin lê haya min jê tune. emre sertkaya û dodan bûn şampîyon. dema dodan tevlî bûbû, gelek rexne jî jê re hatibûn.



15.12.2019 14:54 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
belki ev jî bala te bikişînin
» sestek.com

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî