1. nebûn ji holê rabûn an jî qet nehatina dinê re dikare bê gotin lê ji bo mirinê divê ku bê jiyîn. dema mirov dimire dîsa jî di hişên ên dijên de dikare bimîne le 'nebûn' nahêle ev jî pÊk bê. |
|
26.02.2014 21:23 |
mergehez
|
3. bi gotina nebûn mirinek kurt, mirin nebûnek dirêj e dikare were ravekirin. |
|
26.02.2014 23:16 |
simurg56
|
4. dema meriv dimre hay ji xwe tine lê nebûn û hebûn destê meriv de ye. hebûn an nebûn mesele ev e. di mirinê de ev mesele ji holê radibe . |
|
27.08.2015 21:56 |
kurêpîrê
|
5. (bnr: shakespeare) |
|
27.08.2015 21:57 ~21:58 |
kurêpîrê
|
6. Carinan difikirim dibêjim madam ku emrê me li ber emrê gerdûnê hîç e, nexwe navbera hebûn û nebûna me da ti ferq tuneye. |
|
14.05.2020 21:57 |
bûtîmar
|
7. Ti cûdatî di navbera wan de tûne ye ji bo min. |
|
14.05.2020 23:00 |
rotê şevê
|
8. Nebûn êdî nezanîna xwebûnê ye. Dev jê berdan, dûr ketin, westan û ecizbûna jiyanê ye. Rewşek wisa ye ku meriv xwezî bi mirinê tîne. Êdî her tişt û her kes û têkiliyên di navbera van kes û tiştan dibin giraniyek ku nayê piştkirin û tirûşkirin. Bê tebatî ye. Windabûna xîret û daxwaz û vîna jînê ye. Carinan jî revîn e. |
|
14.05.2020 23:10 |
xelîl
|
9. Mirin nîşaneya hebûnê ye. Yanî dijwateya nebûnê ye. |
|
15.05.2020 00:19 |
gumgumok
|
10. mirov dikare mirina xwe bifikire hema nikare qet tunebûna xwe bifikire. bala xwe bidin hûn dikarin qet tunebûna xwe bifikirin? |
|
15.05.2020 00:27 |
doesntmatter
|
11. Mirin, ji hebûnê çûyina nebûnê ye; nebûn, valahî ye. mirin çalakiyek e, lê nebûn bêhereketî ye. mirin heye, lê nebûn neyî ye, tune ye. |
|
15.05.2020 12:35 |
de facto hozan
|
12. (bnr: ferqa nebûn û tunebûnê) |
|
14.11.2023 23:34 |
mirovekirind
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |