Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ferqa nebûn û mirinê
peyamên çepikkirî

123248. Carinan difikirim dibêjim madam ku emrê me li ber emrê gerdûnê hîç e, nexwe navbera hebûn û nebûna me da ti ferq tuneye.

Fikra min a ji bo jiyanê ev nîn e helbet lê carinan wisa difikirim dibêjim mirovahî hebe çî ye tunebe çi ye ...



26.10.2013 23:54 | endazer

123285. Mirin nîşaneya hebûnê ye. Yanî dijwateya nebûnê ye.
Yanî mirin hebûn e. Yê ku heye dimire, yê ku nîne, mirin jêre nîne.

Lê heke armanca pirsê ev be: "ferqa piştî mirinê û nebûnê" be, ew Bersiv jî girêdayî bawerîya olî ye.

Lê li gorî min pirsa girîngtir ev e: " piştî mirinê, mirov nebûnê an jî hebûnê dixwaze?



27.10.2013 15:55 | simurg56