1. Navê kurdî ya bajarê tirkiyê; gaziantep |
|
16.06.2013 21:17 |
simurg56
|
2. bajara ku madem bajarê tirkiyê ye, çima navê wê yê kurdî heye nizanim e. ma qet nebe bila ne navek wisa misteqîl buya lo. |
|
17.06.2013 20:59 |
azadixwaz
|
3. li ber dilê min piştî ruhayê rûreşiya duyem ya kurdistanê ye.. bajarekî bifikire ku ji nîvî bêtir niştecihên wê û zengîn û sermiyandarên wê kurd bin û di hilbijartinên siyasî de partiya kurdan nekare bigihe asta dengên partiyên tirkan yên şoven, faşîst, kevneperest, ji xwe re misilman û ji xwe re sosyalîst.. ji ber vê profîl û vê nasnameya siyasî ya şêniyên vî bajarî mehdê min ji vî bajarî dixele û siba-dusiba eger zelzeleyek lêbide ez ê qet û qet li ber nekevim.. |
|
17.06.2013 23:40 |
endazer
|
4. ''Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. |
|
17.06.2013 23:47 |
endazer
|
5. xwediyê edetên cuda ne. |
|
31.07.2013 21:21 |
simurg56
|
6. ewên ku kalikên wan kurd bûn ... lê ew... |
|
01.08.2013 06:13 |
maro
|
7. bajerê herî xwedemezin/nefmezin yê dinyayê ye. tu dibêjî qey parîs e! xelkê wê bajarê xwe ewqas xweş dibînin, xwarinên xwe ewqas bêemsal dibînin ku mirov dibêje qey nexwe çavê min şaş dibîne. |
|
26.10.2013 17:04 |
simurg56
|
8. gaziantep e.. bajareke dejenere û bêesl e.. cemaeta faethullah gülen li vî bajarî gelekî xurt û xudan hêz e.. ez ne şaş bim tenê sê zanîngehên teybet yên cemaetê li vî bajarî hene.. zengÎntirîn malbata bajêr, konukoğlu anku sanko holding heval û piştgirê cemaetê ye, ofîs û stûdyoyên yekem kanala taybet ya kurdî ya li tirkî dest bi weşana xwe kirî, dunya tvyê jî li eyntabê ne.. piştî salên 90î gelek malbatên ji cizîrê ji ber zilm û setema dewleta tirk dayîn stû malên xwe ji cizîrê bar kirin û li eyntabê bicih bûn.. yek ji van malbatan jî malbata kadooğlu ye.. îro hem li eyntabê hem li stembolê û hem jî li başûrê kurdistanê di gelek sektoran de Îş dikin lê li ser hesabê tirkî û tirkîtiyê.. |
|
26.10.2013 18:41 |
endazer
|
9. ew bajarê MİN TÊDE zaningeh xwendiye. |
|
14.12.2013 22:37 |
bakur-başûr
|
10. BAJARÊ KU HEMA JI ALIYA TIRŞIKVANAN HATIYE LÊXISTIN. TEW, TEW. JI BAJARÊ MIN DÛR KEVIN. EW GELEK XWEŞ Û BAŞ E. * MIROVÊN DÎLOKÎ GELEK QENC IN Û ALIKARÊ MIROVÊN DIN IN. LÊ HÊZÊN ASIMÎLASYONAN TÊ DE GELEK SERKEFTÎ BÛNE. MA EV GUNÊ DÎLOKIYAN IN? |
|
15.03.2014 10:35 |
biruya hayao miyazaki
|
11. di perwerdehiyê de gelek paş de maye. di azmûnên ji bo zanîngehan de, di rêza 64. de ye. |
|
28.03.2015 10:40 |
simurg56
|
12. bajara ku li gorî encamên niha, wê 2 wekîl derxe. di dîroka xwe de cara yekem derdikeve û cot derdikeve. |
|
07.06.2015 19:31 |
simurg56
|
13. Ji qeyserî ya bêtir serî wan ticaretî re dişixulê.berya di salan stajê de min got xwendekarekî kuro malnexirabo tu çima qet ders re eleka xwe nayinê.wî jî got mamoste ma çima dersê bişixulim.patronê min yê xwedê dikana beqlewayê heftê de çend milyaran kar dike.ma ne maeşê mamosteyan gelektir e.ezê jî bibim xwedê dikan.çima bixwînim.piştê van gotinan ez mat mam.deng ji min derneket * |
|
10.07.2015 05:03 |
ronahî
|
14. Wekî vî dîlok/5963 peyamê de hatiye behskirin yekî hevalê min ê Dîlokê heye, rojekî ji mi re pirsî tu kurdî? mi jî go belê ez kurd im, Piştê wê ji mi re go kalkê min jî kurd e. Ez şaş mam, çi bêjim, sekinîm li ciyê xwe de min jê re tiştekê negot. Ev tê vê maneyê Yanî kalkê wî kurd e, ew xwe wek usa nehesibîne. |
|
07.05.2017 22:34 ~22:46 |
mîr
|
15. çi qasî rast e nizanim lê min vê angaştê du pirtûkên cihê de ji vir niza çend sal berê xwendibû, dibêjin wexta kurdistan piştî şerê yekemîn ê cihanê de ji hêla hêzên îhtîlafê ve tê dagirkirin li dîlokê êşîrên kurd bi pêşengiya karayilan (mele ehmed) li ber xwe didin, lê yên tirk û tirsonekên dî ji şerî direvin û diherin herêma edenê, di vê berxwedanê de karayılan jî têde gelek kurd dimirin û nifûsa kurdan pirr kêm dibe, piştî ku şer xilas dibe ew tirsonekên ku reviyabûn vedigerin dîlokê û di nifûsa dîlokê de ew dibin pirranî. |
|
08.05.2017 10:45 |
ferhenga şikestî
|
16. kincên dikanê serhedê da tên firotan, piranîya wana li intabê tê. |
|
08.05.2017 12:20 ~12:23 |
bûtîmar
|
17. Bajarê ku fikra dema kurd dewlemend û xwûdî saman dibin dev ji azadî û zimanê xwe berdidin têne bîra mirov |
|
31.01.2020 21:30 |
tîrêj zana 21
|
18. Bajarê meriv qey dibêje ji alîyê serxoşan va hatiye çêkirin * |
|
31.08.2021 12:43 |
bûtîmar
|
19. Li vî bajarê da ji hevaltî re dibêjin rafiq û devoka wan di nav devokên Tirkîyê da bi min heri bikenok e.li dilokê çend hevalên min ên kurd jî çebûn lê mixabin piranîyan wan kurdî nedizanibûn. |
|
01.09.2021 13:18 ~15:10 |
mîrêmerd
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |