Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 24 peyam
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery - tirşik
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piştî çûna Mesîhîyên deverê ji ber bêxwedîbûnê, ji ber xizînegeran para gelek kavil bûye. Li gor gotinan dema hê kavil nebûyî qasî 300 jûr tê da hebûne lê niha ji ber kavilbûnê bîst jûr mane an jî nemane. Wekî din jî xelkê deverê demeke dirêj ji bo karên xwe yên ajalvanîyê bikar anîn vê yekê jî ziyaneke mezin gihand dêrê.
Wateya navê dêrî bi Ermenkî dêra ruhê pîroz e, di dema xwe ya çalak da qasî sê sed mesîhî di tê de diman/dijiyan.
Tê bawer kirin ku di şikefteke nêzîkî dêrê da gora dayika pîroz, miryemê heye ji ber vê yekê, gelek malbatên bê zarok/nikarin bibin xwedî zarok tên li vê qebrê duayan dikin û dîkekî dikin qurban da ku zarokên wan çêbin.
Dêr, pênc kîlometran li Bakur-rojavayê gundê arazê yê payîzavaya bajarê Wanê cih digire. Rêka wê biçekê nexweş e çimkî wesayît nikarin biçin, qasî çar an jî pênc kîlometran mirov birêve diçe.



13 roj berê 15:09 ~15:35 | bayê xerbî

2. Keşîşxaneya Hogots ku di sala 528an de hate damezrandin, yek ji keşîşxaneyên navdar bû. Ji bo Ermeniyên herêma Wanê ziyaretgehek bû û Di sedsala 17an de avahiya olî ya herî girîng. Keşîş Vahan (bi ermenî: Վահան Քահանայ) keşîşê herî dawî yê keşîşxaneyê bû. Tê gotin ku Di dema qirkirina Ermeniyan di sala 1915-17an de, bi texmînî sed jin û zarokên Ermenî yên ku xwe li wir sitirandin, bi şewitandinê hatine qetil kirin.



11 roj berê 14:27 | keloş

3. Bi şewitandinê qetilkirina şêniyên dêrê, angaşt e bi temamî rastiyeke wê ya tekez tuneye. Di van meseleyan de şêlkirina rastiyan berbelav e. Rastiyek hebe jî bi awayê samanyolû TV'yê tête felşkirin.



11 roj berê 22:10 ~22:13 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» dêrsimkî

Kategoriyên mijarê:: kovarsiyasi cand kovarsiyasi cand kovarsiyasi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî