1. Dermaneka ku ji bo tedawiya pirzikên di rûyê mirovî de didekvin de tê bikaranîn e. Dilxwede dermane lê dema xelet werê bikaranîn an jî kesên xelet (weke kesên hamîle) bikarbînin heta mirinê rêya vê dermanê heye. Dohnê di rûyê mirovî de diçikênê û rûyê mirov zip û ziha dikê û pirzikên mirovî yekserî jê dibê. Demekî li ser rêziknameya (prospektus) vê îlacê ''dikarê bibê sebeba întîharê/xwekuştinê'' hatiye nivîsandin. Di sala 1998an de piştî ku nêzîkî 500 kesî bi bandora vê îlacê xwe kuşt, li DYAyê ev îlaç hate qedexekirin. Li tişta ez zanim li Tirkiyeyê serbest e. Lê bi reçeteya kesk tê standin. |
|
04.12.2014 00:26 |
nan û av
|
2. îlaca ku min bêriya du meh û nîvan dest pê kir. |
|
19.09.2018 22:24 |
gulêê
|
3. dermanê ku tev îro min 37 rojan bi kar anî û jê pê ve ez ê nema bi kar bînim ji ber ku side effect-ên (kurdiya wê nizanim bibexşin) wî gelek in. 30 rojên pêşîn ji ber ku min rojê dozek bi kar tanî tenê lêvê min hinekî zuha bû. dûre min tehlîla xwîna xwe girt û bijîşkî dît ku rewşa cegera min baş e kir rojê du doz. piştî vê side effect har bûn, lêvê min terikî, çavên min sor bûn, pozê min sivde xwînawî ye, destên min giş zuha bûn, ez nikarim derkevim ber tavê ji ber ku çerm gelek peljen dibe. dema bê hemdî ciyekî xwe dixurînim çermê min diçelite. yanî bi derbeka biçûk jî dikare biçelite. taliya talî min got lanet lê bê û va dev jê berdidim. pêşniyara min eger wun ne neçar bin vê ta'bê nebînin. belê piştî tedawiyê encam gelek xweş dibe lê heya wê demê şkence ye. |
|
28.09.2021 19:57 |
keyomerd
|
4. Li tirkiyê cihê xwe hêdî hêdî dide zoretanînê. Di eslê xwe de herdu jî di xwe de isotretinoinê dihewînin yanê ttenê navê markayê cuda ye a ku ez dizanim |
|
17 roj berê 01:00 ~01:01 |
çaya germ
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |