Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 77 peyam
a man who defies the world of bl - tirşik

Rojek mobek fêm dike ku ew di hundirê "cîhanekê bl-yê" de dijî. Hemû xortên derûdorên wî de ne, hezkiriyên hev in, an jî wê bi tesadifekê qlîşeyên yaoiyan di nav demekê kurt de bibin hezkirî...
(1 şîrove)
a man who defies the world of bl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmekê blyê ya japonan e. ji şeş beşên kin pêk tê û di adara çûyî de hatiye weşandin. ji mangayekê hatiye adaptekirin û armanca afirandina wê jî rexnekirina mangakayên yaoi ye. ji ber ku hemû çîrokên yaoiyan li ser heman qlîşeyan ava dibin: seme dirêj, lewend û sergiran, uke stûdirêj, piştzirav û nazik in; fujoshi li her derê ne û xortên çeleng û xweş dikin ship. hwd. japon ne di romantîzmê de feqet di warê qomediyê de bi rastî ji tayland û taywan û koreya başûr baştir in. belkî jî ew gazî û hawarên wan ên peyvan hêmanekê xurt a qomediyê dide xerîbên mîna min.

ji ber ku di cîhana bl-yê de dixwaze serleheng be, dixwaze mob be (lehengê alîkar), herkes potansiyela têkiliya hezkiriyê hildigirin. qehremana vê rêzefîlmê jî piştî xwendinên dirêj ên yaoiyan fêr dibe ku ew jî di talûkeyê de ye. heke bêhemdê xwe kitêbên xwe bixe erdê, li kuçeyê rastî serseriyekî bê, di baranekê de li benda otobusê be yan jî serxweş bibe, wê miheqeq seme an jî ukeyekî were yên ku gul û çîçek dora serê wan di nav roniyêkê de vedibin û di awirên ewilîn de wê aşiqên hev bin. loma ber xwe dide û naxwaze bibe hezkiriyê xortekî. di vê serpêhatiyê de gelek sehneyên qomîk derdikevin. heta niha ez di bl-yekê de hewqas zikopişto nebûbûm.

lê divê hişyar bikim, heke tu manga an jî rêzefîlmên bl-yan nizanibî, nexwendibî, lê temaşenekiribî, wê ji bo te hemû hêmanên qomediyê bêmane bin. ji ber ku rêzefîlm/manga yekser rexnekirina mangayên/rêzefîlmên yaoi ye.



21.05.2021 11:36 ~12:10 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» mansour k.
» who did that to you
» the hobbit: the desolation of smaug
» world kobane day

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî