1. Dibe ku ji bilî Kurdan pê de kes di taştê de mast navxwe. Tişta rastî bê mast tehma taştê jî tune an jî hingî ez elimîme li gor min tiştekî normal e * |
|
30.04.2021 04:14 ~04:15 |
merwano
|
2. tiştekî efsane ye. lê xuya ye tirkên bajarî hîç naxwin. kengî bo civatekê navneteweyî* taştê an brunch li dar xim û tasika mêst dînim li ba tirşika bacanan miheqeq wê yek du sê kes derkevin û qala vê "ecêbiyê" bikin. tehma devên xwe nizanin, mîratno. |
|
30.04.2021 10:42 |
biruya hayao miyazaki
|
3. (bnr: li ber meqerneyê xwarina nan) |
|
30.04.2021 13:49 |
xwelî li ser
|
4. Ecêb mame çawa xelk bê mast taştê dixwe. Qey tiştek wa heye? |
|
30.04.2021 16:40 |
navîgiranmezelîwêran
|
5. Rojekî bibûm mêvanê hevalekî merdînî ji taştê de mastê mîha anî hinek şaş mam serda mastê çêleka jî anî hinek din jî şaş mam le xweş bû. * |
|
30.04.2021 17:28 |
edd
|
6. sifreyê kurdan de çîyek normal o. Verê arayî de werdê ma hema hema pêro şit û mehsûlê şitî bi. pendîr, ruwen, toraq, xavike (serê şitî).. seba ey ra werdeneyê mastî zî çiyek Normal o. |
|
30.04.2021 20:28 ~20:28 |
kajav
|
7. Qeymax xweş girtibe, bavê min li ser wî dimire. Dêya min bi hefteyane ji bo malê çêbike jî mastê malê yê bi qeymax her ro û di her taştiyê de nabe qismeta mirov. Ew jî gotinê dêya min e: nan û mast taştiya rast, nan û dew taştiya derew |
|
15.03.2024 23:55 |
mirovekirind
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |