1. bûyer li norwêcê qewimiye. mêrikek tenê serê xwe dijî û 9 sal berê li mala xwe miriye ji ber qezeyek an jî tiştekî xwezayî. heta van rojan kesek jî nehesiyaye ew miriye. ya ecêb, xêrxwazek jî nepirsiye ka gelo bi kû ve çûye, çi hatiye serê wî. ma qey bêhna canê wî yê xerabûyî jî neçûye cîranekî... û ev xwedî zarok e jî. mêrik karkenar bûye û di sala 2018an de meaşa wî hatiye birrîn ji ber ku nayê stendin lê heqên fatûreyên wî bi otomatîkî ji hesaba wî ya banqayê hatiye kişandin. nûçeya tirkî: Here lînkê |
|
09.04.2021 22:37 ~22:38 |
biruya hayao miyazaki
|
2. car caran min difikirî ku ji bo pêşeroja nifşên nû divê êdî em bes zarokan çê bikin, ji ber ku avhewaya cîhanê her diçê wê xeraptir bibe, ava vexwartinê kêm bibe û hwd. min di got ez zarokan çê nakim. lê piştre min xwe dixist dewsa kesên kal û pîr, gelo di wî emrî de kes li dora min nîn be, ez bi tîkîtenîbûna xwe bimirim wê çawa bibe? tirsek ket dilê min de* rehma xwedê li miriyê we teva be* |
|
10.04.2021 00:01 |
merwano
|
3. Bûyera ku bi me Vê gotinê dide gotin: "Xwedê meriv bistirîne. Mirina bi vî rengî jî pir ne xweş e yaw. |
|
10.04.2021 07:48 |
xabûrî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |