1. Kurdîya wan ne xurte, jiyana rojane de pitir tirkî diaxivin. nîşaneya xurtbûna ziman ewe ku mirov di nav nivîsîn û axaftinên xwe de bertek, biwêj û gotinên pêşîyan bikarbîne. neyê gotin jî dibe lê heger hin kes bê dijûn neşên derdê xwe bînin ziman divê dîsa ji hewşa kurdî dernekevin, ku bê yirkî hedara wan nayê dikarin biçin li malperên tirkan xeberoganê bikin. Vêca gelek kes hene di axaftinên xwe de peyv û qalibên pîs û seksîst bikartînin. Wek: "siktir, amk, aq..." Nizanim evane dixwazin çi pêşdîtinek ser xwendevanan çêbikin lê bêguman ji vir nivîsên wan pûç û herimî xuya dikin. |
|
13.04.2020 09:13 |
hespêsor
|
2. ji wana yek jî tirşikvan ferhenga şikestî ye. mixabin :( |
|
13.04.2020 16:00 ~16:03 |
bûtîmar
|
3. Dibe sedema bêqiymet kirina ewqas hevokên kurdî. Carina sê tîp qiymeta 300 tîpan wenda dike mixabin. |
|
13.04.2020 20:35 |
xabûrî
|
4. ya min dîtî herî zêde siktir be tê bikaranîn. bawerim li her deverê kurdistanê tê gotin ev dijûn. |
|
02.09.2021 00:49 |
xelîl
|
5. Di vê rewşa zimanê Kurdî de ne qansî -miş -muşan , "dewamke" yan be jî tiştekî zahf normal e , salê donzdeh mehan , ji çar hêlan ev ziman me dinixûmîne û jiyana me bi awayekî dagir dike ku tu bîst û çar seetan ne di nav civatên Kurdî be , li derdora te kesên kurdîavix kêm be normal e tu car caran peyvên tirkî di nav hevokên xwe de bikar bîne an hevokên xwe bi mantiqa tirkî saz bike. Ji bo mirov rê li ber vê rewşê bigre divê berê hişmendiyek netewî paşî jî xebat û hûrbûna li ser ziman hebe. Mixabin di nav gel de rêjeyekî gelekî kêm vêya ji xwe re dike derd wexta tu wan hişyar dikî jî henekê xwe bi te dikin. Çimkî bazara vî zimanî tuneye ev rastiya me ye. Zahf li ber dikevim çimkî ev danûstandina di nav zimanê me û tirkî ne têkiliyekî çandî ye û tenê xizmeta karîkaturîzekirina Kurdayetî û zimanê Kurdî dike. |
|
02.09.2021 01:44 |
biaqila malê
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |