Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 37 peyam
çîya anî li deştê kir - tirşik
çîya anî li deştê kir
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesteka feqîyê teyran e, erol şaybak ji bo asoya helbesta kurdî xwendîye, xendekî vîdyo amade kirîye, jêrenivîsa wê jî heye





Feqiyê Teyran - Çiya Anî Li Deştê Kir

Ji rengê dilbera horî
Gul û reyhan li min peyda
Zerîfa şeng niha borî
şeveq dabû di rewzê da

şeveq da erd û asîmanî
Li min dilber tu astan î
Dixwim sondê bi Subhanî
Zuleyxa bû di Misrê da

Tu çêtir î j`Zuleyxayê
Nih in wek te di dinyayê
Dixwim sondê bi Tahayê
Munewwer bû di nûrê da

Munewwer bû di nav nûrê
Kemer dabû li ser sûrê
Ji rengê dilbera horê
Dilê min tîrekê lê da

Li min da tîrekê dijwar
Serê tîrê di dil çû xwar
Dema ku ez dikim hawar
Wekî Mecnûn di deştê da

Wekî Mecnûn dimînim ez
Fena bilbil dixwînim ez
Heta kengê bimînim ez
Di hebs û hem zîndanê da

Di hebs û hem di zîndanê
Wekî Yûsuf li Ken`anê
Gelo ya Reb dilber kanê?
Neçar mame di vê rê da

Dikim hawar dewa lê kî
Ku bê carek derman lê kî
Welê bejnê tu zahir kî
Bibînim ez di cîlwê da

Bibînim bejn û balayê
Zerîfa şeng û lalayê
Neh in wek te di dinyayê
Di Tebrîz û di şamê da

şukur bo Te ewî çêkir
çiya anî li deştê kir
Dema ku min nezer lê kir
Meşî ew çû di xelwê da

www.helbestakurdi.com



09.01.2020 23:39 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
jan dost [1]
rewşenbîrekî wêrek e. Dikare bê tirs her kesî rexne bike, çi partî be...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
berhev 2/şervan zana-Turan şen/belapêjgarî (youtube: i5sRahuI...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîya yê jêrînî
» anîmasyon
» kirmancki.com

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî