10241. versiyona kurdî ya wikipediayê ye |
|
05.06.2013 14:07 |
simurg56
|
56949. wîkîpediya ya navend ji bo destpêkirinê 1000 gotar hilbijartine. wîkîpediyaya kurdî xwediyê nêzîkî 21000 e lê hema hun bêjin çaryekê zêdetir ê van gotaran hîn tune ne... ji mandarîn bigrin heta dîroka hindîstanê û werara mirovî heta Pîramîdên Misirê... heyfa min lê hat. :( |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
56958. zêrê zer e, bes mixabin li nav wan cemaetên ku nivîsevanî û ilmgerî tê de sava ye, wek kurdan, mekanîzmayên bilindkirina qalîteyê jî ne li kar in û lewma babet carinan gelek bi nezanî jî têne nivîsîn. û ev yek pêbaweriya vê çavkaniya-azad diêxe ber shikê. zimanê katalanî tê de yek ji deh zimanên serkêsh e, qasî tê bîra min, ev jî vedigere ser siyaseta zimanî ya herêma katalonyayê. |
|
06.06.2013 14:55 |
endazer
|
56960. Ne bi qasî wîkîferhengê dewlemend e. Wîkîferheng hema bêje wê bikeve nav zimanên dinyayê (mixabin wek ingilîzî, frensî) û jixwe ferq avêtiye tirkî * lê wîkîpediya kurdî ne ewqasî pêşketiye. |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
116544. beriya du-sê rojan hesabê xwe yî twitterê https://twitter.com/wikipedia_ku vekirin. |
|
08.06.2013 18:10 |
endazer
|
128164. Di hemû wîkîpediyayên mezin de pir caran bi minasebetekê pêşbaziyên nivîsandina gotaran tê çêkirin û wekî wîkîmaraton têbinavkirin. mîsal "wîkî ji qafqasyayê hez dike" yek ji vê pêşbaziyê bû meha çûyî hatibû lidarxistin. lê ev pêşbazî li hemû guhertoyên vê malperê nayê li dar xistin. divê di her versiyonê de orgazînerek hebe û rêvebirên din jî îzin an jî piştgirî bide wê/wî. îcar ev cara pêşîn e, di wîkîpediyaya kurdî tevlî organîzekirina pêşbaziyek bû. ew jî "meha asyayê 2020" ye. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
128387. wîkîpediya/128164 |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|