1. ya ku di nav avê de tê çêkirin. ez ji zerikê wekî tîriya rîçalê hez dikim, a ku spîk û dora zerikê baş keliyaye lê nava zerikê hîn çênebûye û avî maye lê ne pir herikbar e. dema bi vî tîriyê tên qelandin, dayîka min dibêje dilme. (dibe ku piçekî din avî dimîne) lê ji bo ya kelandinê çi tê gotin, nizanim. ji bo vê tîrbûniyê dive herî zêde 10 deqe li ser agirê kêm bêne kelandin. ev cûre hêk di nav nanê şikevayê de bi îsota hûrkirî pir tehmxweş dibe. |
|
04.12.2019 18:00 ~18:06 |
biruya hayao miyazaki
|
2. favorî taşteya min e. |
|
04.12.2019 19:13 |
gulêê
|
3. taştêya xelkê ye lê gelek caran paşîva min e. dema derengê şevê birçî dibim, ji xwe re yek an jî du heban dikelînim, hinek xwê û îsot lê dikim û dixwim. helbet bi çayê. |
|
04.12.2019 22:39 |
simurg56
|
4. Hêka ku ji ber xwarina wan hindik maye ku em bi xwe hêka bikin. Hema bêje her sibeh di taştê de 4-5 hêkan dikelînin. Ji ber ku bebeka me heye em zêde nikarin hêkerûnê çêkin. Ji bo bebek û zarokan ya kelandî çêtir e. |
|
04.12.2019 22:53 ~22:54 |
nan û av
|
5. Hêka ku ew ên werzişê dikin û wek keran dixwin bi wê ve jî li ber çavê me diherimînin. |
|
05.12.2019 02:09 |
xwebixwe
|
6. divê herî kêm 5 deqqe bikele ezbenî. pir hez dikim nanê li zerika hêkê bidim û bixwum. |
|
05.12.2019 09:24 |
xelîl
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |